Çeteyên DAIŞ'ê li Selahedîn êriş pêk anî: 3 polîs mirin, 4 jî birîndar bûn

Çeteyên DAIŞ’ê li sînorê qezaya Bêcî ya ser bi parêzgeha Selahedîn êrişê bendeke kontrolê ya polîsan kirin. Hat gotin 3 polîsan jiyana xwe ji dest dan, çar polîs jî birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ'ê li Selahedîn êriş pêk anî: 3 polîs mirin, 4 jî birîndar bûn
27 kanûn, 2021   20:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku di saetên şevê de çeteyên DAIŞ’ê li nêzî qezaya Bêcî ya ser bi parêzgeha Selahedîn êrişê bendeke kontrolê ya polîsan kirin.

Hat gotin, di navbera her du aliyan de şer rû da, di encama êrişê de sê polîsan jiyana xwe ji dest dan, çar polîs jî birîndar bûn.