Meclisa Jinan a PYD`ê sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê şermezar kir

Meclisa Jinan a PYD`ê sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û bang li saziyên sivîl û hiqûqî kir ku erka xwe li hember gelên herêmê pêk bîne.

Meclisa Jinan a PYD`ê sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê şermezar kir
27 kanûn, 2021   15:55
HESEKÊ

Bertekên li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin.

Li bajarê Hesekê Meclisa Jinan a PYD`ê, bi amadebûna endamên meclisê, Kongra Star û rêxistinên jinan ên bajar daxuyanî da.

 daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk xeta osmaniyan didomîne, rêbazên xwe yên herî hovane bi kar tîne, desteka lojîstîk û leşkerî da çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê ew derbasî hin dewletên bi aloz, di serî de Sûriyê kirine.

Her wiha hate destnîşankirin ku armanca dewleta Tirk ji êrişan ew e ku aramî û ewlehiya herêmê xirab bike, projeya xwe ya Osmanî bidomîne û got: "Ji ber wê yekê jî hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kir, niştecihên wê neçarî koçberiyê kir û komkujî li dijî gelên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk anî, bi vê yekê bes nedît, lê bi hinceta şerê li dijî terorê, sûcên xwe didomîne."

Meclisa Jinan a PYD`ê di dawiyê de siyasetên hovane yên li dijî gelan şermezar kir, bang li saziyên sivîl û hiqûqî kir ku erka xwe li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin û çavên xwe ji sûcên dewleta Tirk negirin.

(bx)

ANHA