‛Girtina deriyan li pêşiya xwestekên me yên wergirtina cenazeyên şehîdan nabe bend’

Şêniyên Dirbêsiyê di bin konê çalakiyê yê li nêzî deriyê Sêmalkayê de da zanîn ku girtina deriyan ji hêla PDK’ê ve bi armanca zext li çalakgeran were kirin ku çalakiya xwe bi dawî bikin. Şêniyan teqez kir ku  tevî zextên PDK’ê ew ê çalakiya xwe berdewam bikin.

‛Girtina deriyan li pêşiya xwestekên me yên wergirtina cenazeyên şehîdan nabe bend’
‛Girtina deriyan li pêşiya xwestekên me yên wergirtina cenazeyên şehîdan nabe bend’
‛Girtina deriyan li pêşiya xwestekên me yên wergirtina cenazeyên şehîdan nabe bend’
27 kanûn, 2021   15:34
QAMIŞLO

Li deriyê sînor ê Sêmalkayê,  çalakiyên konvedanê yên ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan ên di roja 84’an de berdewam in.

Çalakî ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ve ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne hatiye lidarxistin. Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê çalakiya îro dewr girtin.

Di bin konê çalakiyê de Bircis Seydo ji ajansa me re axivî û wiha got: "Em ê heta  wergirtina cenazeyên şehîdên xwe çalakiyên xwe li dar bixin. Banga me li PDK'ê, cenazeyan radestî malbatên wan bikin. Ji ber ku şehîd pîroz in û em heta wergirtina cenazeyên xwe dev ji çalakiyên xwe bernadin."

Seydo wiha domand: "Derî bi hinceta ku ciwanan berê xwe da deriyê Pêşxabûr hate girtin, lê ev hincet nayê qebûlkirin û ne mentiqî ye. Bi armanca zext li çalakgeran bikin, derî girtin da ku çalakiyê bi dawî bikin." Seydo destnîşan kir ku Meclisa Malbatên Şehîdan ji nêzî 3 mehan ve konê çalakiyê vegirtiye ku cenazeyên şehîdan werbigirin.

Li aliyekî din jî Mihemed Remedan wiha got: "Ji bo piştgiriya bi malbatên şehîdan re me berê xwe da deriyê Sêmalkayê ku cenezayên şehîdan wergirin. Em ji bo eşkerekirina rastiya PDK’ê û îxaneta wê ji kurdan re li bin kon in."

 (fr)

ANHA