ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-12-2021
26 kanûn, 2021   00:00

-Li Sêmalkayê çalakiya malbatên şehîdan a  ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan di roja 83’ê de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2021’an de, tevî gelek astengiyan, gelek projeyên xizmetguzarî yên girîng pêk anîn, mîna avakirina navendên tenduristî, vekirina rêyên stratejîk û piştevaniya beşên çandinî û aboriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn got, Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û dewleta Rûsya ya Federal berpirsên êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxmûs Ehmed da zanîn ku girtina deriyê Til Koçer biryareke siyasî ye û armanc jê ew e ku zextê li Rêveberiya Xweser bike da tawîzan bide Rûsya û hikumeta Şamê. Ehmed bang li civata navneteweyî kir ku biryara gefan li jiyana welatiyan dixwe, di ber çavan re derbas bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzer Mihemed Cemîl diyar kir ku dewleta Tirk destûrên xwe û qanûnên parastina mafên mirovan, bi taybet ên girtiyan binpê dike û got: "Dewleta Tirk tevî ku peymanên Cinêv 1,2 û 3 îmze kirine, lê her cure îşkence li dijî girtiyan pêk tîne û rêxistinên mafên mirovan jî bêdeng in." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbatên şehîdan ên kantona Efrînê êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî navçeyên Zirgan û Til Temir şermezar kirin û got, armanca wan êrişan valakirina herêmê ji niştecihên wê ye da planên xwe yên dagirkerane pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayikên şehîd û şervanan berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk silav kir û got, her çendî dagirkeran êrişên xwe zêde bikin jî wê nikaribin berxwedana gerîlayan têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçeyên Çilaxa, Amûdê, Dêrik, Tirbespiyê û bajarê Qamişlo li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî tên lidarxistin. Li Dêrikê meş ji Qada Azadî dest pê dike, saet 10:00'an. Li Tirbespiyê şênî li ber Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê daxuyaniyê didin, saet 10:00'an. Meclisa bajarê Qamişlo daxuyaniyekê li ber avaniya Komseriya Neteweyên Yekbûyî didin, saet 11:00'an. Li Amûdê jî meclisa navçeyê daxuyaniyê dide, saet 11:00'an. Li navçeya Çilaxa meşek ji çerxerêya Şehîd Mahsûm dest pê dike, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hêzên dagirkeran piştî ku ava çemê Xabûrê qut kirine û herêmên nêzî şer kirine sergo û çirav, nexweşxaneya laşmaniya li navçeya Til Temirê zêde bûye û gihaşt 16 hezar û 473 kesî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

-Desthilata AKP-MHP'ê li gel têkçûneke mezin a siyasî, leşkerî û dîplomatîk dikeve sala nû.  Lê ev ne tenê têkçûna siyasî, leşkerî û dîplomatîk e ku dibe sedema krîza aborî ku ji ber polîtîkayên şer civakê tengezar dike. Erdogan bi xwe ev yek di hevdîtina li gel akademîsyen û aborînasan a li Dolmabahçeyê de eşkere kir.

CÎHAN

-Cîgirê wezîr karên derve yê hikumeta Şamê Beşar El-Caferî, Qeter Qeter bi astengkirina vegera wê li  Komkara Erebî tawanbar kir. "Eniya Rizgariya Tîgrayê" ragihand ku serhildêrên Tîgrayê ji Emhere û Eferê vekişîn da ku rê li pêşiya alîkariyên mirovî vebe.

ANHA