Mihemed Şahîn: Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya berpirsên êrişên Tirkiyê ne

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn got, Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û dewleta Rûsya ya Federal berpirsên êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Mihemed Şahîn: Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya berpirsên êrişên Tirkiyê ne
26 kanûn, 2021   00:29
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker duh saet 16:00'an li rojhilatê bajarê Kobanê malek bombebaran kir. Li gorî daxuyaniya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, di encamê de 2 welatî şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn.

Derbarê bombebaranê de, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn bi telefonê ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên bi balafirên bêmirov û yên şer, her wiha êrişên wê yên bejahî yên bi rêya komên çete li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranewestiyane.

Şahîn got: "Li herêmên sînor ên bi Tirkiyê tu tevgerên leşkerî nîn in. QSD'ê ji du salan ve li gorî lihevkirinên agirbestê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi navbera Rûsya garantor û dagirkeriya Tirk de û navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û dagirkeriya Tirk de hatine îmzekirin tev digere. QSD'ê rojekê jî lihevkirin bin pê nekiriye, lê 30 kîlometereyan ji sînor vekişiya da ku hincetên ji Tirkiyê re nehêle ku êrişan li ser herêmê pêk bîne. Lê Tirkiyê êrişên xwe li dijî sivîlan didomîne."

Dewleta Tirk 20 û 23'ê Cotmehê jî bi balafirên bê mirov Kobanê bombebaran kir, di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.

Mihemed Şahîn diyar kir ku ew di Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê de, hêzên garantor di serî de Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya ya Federal berpirsên êrişên hovane yên dewleta Tirk dibînin û got: "Gelek caran me bang li wan kir ku li hember binpêkirinên Tirkiyê û komên çete yên girêdayî wê berpirsyariyên xwe bi cih bîne û komkujiyan li dijî gelê me rawestînin."

ANHA