Şêxmûs Ehmed: Divê siyaset ji xebata mirovî were cudakirin

Şêxmûs Ehmed da zanîn ku girtina deriyê Til Koçer biryareke siyasî ye, armanc jê ew e ku zextê li Rêveberiya Xweser bike da tawîzan bide Rûsya û hikumeta Şamê. Ehmed bang li civata navneteweyî kir ku biryara  ku gefan li jiyana welatiyan dixwe, di ber çavan re derbas bike.

Şêxmûs Ehmed: Divê siyaset ji xebata mirovî were cudakirin
26 kanûn, 2021   02:53
REQA-XALID CUMA

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî milyonek koçber û penaber li 15 kampên fermî dimînin, piştî deriyê sînor ê Til Koçer bi biryara vetoya Rûsya û Çînê hate girtin, ji nîvê 2019`an ve Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên lojîstîkê alîkariyên mirovî ji koçberan re naşînin. NY`yê têkiliyên xwe bi hikumeta Şamê re danîne ku wan alîkariyan desteser dike û tenê beşekê  biçûk jê dişîne herêmê.

Girtina deriyê Til Koçer bandoreke neyinî li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û bi taybet li koçberên ku zehmetiya serma demsala zivistanê dikişînin, kir.

Têkildarî mijarê hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed ji ANHA'yê re destnîşan kir ku ger deriyê Til Koçer girtî bimîne, dê bandoreke neyinî li jiyana welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Ehmed da zanîn ku girtina derî bi vetoya Rûsya û Çînê, biryareke siyasî ye û ev lê zêde kir: "Armanc jê ew e ku zextê li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike da tawîzan bide hikumeta Şamê û Rûsya."

Şêxmûs Ehmed bi domdarî got: "Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê terora DAIŞ`ê kir ku ji cîhanê tevdî re xeter bû û di oxira rizgarkirina xaka xwe de û da cîhanê ji terora DAIŞ`ê xelas bikin, bi hezaran şehîd û birîndar dan."

Ehmed diyar kir ku deriyê sînor ê Til Koçer rêya sereke ya ku NY`yê alîkariyên mirovî têre derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikir, lê niha ji hemû aliyan ve herêm dorpêçkirî ye.

Şêxmûs Ehmed bang li civata navneteweyî kir ku helwesta xwe ya li hemberî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê biguhere û wiha dewam kir: "Hewcedariya herêmê bi alîkariyên mirovî heye, ji ber ku hejmara penaberên li herêmê zêde ye û Rêveberiya Xweser derfetên wê tune ne ku hemû pêwîstiyan ji penaberan re pêşkêş bike."

Ehmed xîtabî Rûsya û Çînê kir û got, divê Rûsya û Çînê siyasetê ji karê mirovî cuda bike û Konseya Ewlekariyê jî biryara ku gefan li jiyana bi milyonan welatî û penaberên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, di ber çavan re derbas bike.

Şêxmûs Ehmed di dawiyê de got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî milyon û sed hezar koçber ji herêmên Sûriyê yên cuda hene û girtina derî di hemû aliyan de, nexasim ji aliyê tenduristî ve bandorê li wan dike. Ji lew re divê civata navneteweyî û Konseya Ewekariyê careke din dosya girtina deriyê Til Koçer di ber çavan re derbas bike û bi lez ji nû ve dergehê vekin."

(eh)

ANHA