Kongreya Mala Êzidiyan bi dawî bû

Kongreya Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê bi hilbijartina hevserokan û derxistina 3 biryarên nû bi dawî bû.

Kongreya Mala Êzidiyan bi dawî bû
24 kanûn, 2021   13:37
QAMIŞLO

Îro Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Kongreya xwe ya 5`emîn li Hola Beylesan a li navçeya Amûdê bi amadebûna 300 delegeyî li dar xist. Kongre bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê berê yê Mala Êzidiyan Farûq Tozo ve hat xwendin. Tozo got: “Me di kongreya xwe ya 5`emîn de nîqaş li ser rêziknameyê kirin, di kongreyê de hevserokatiya malê hat hilbijartin, navên wan jî wiha ne; Leyla Mehmo û Silêman Hemo.”

Li gorî biryarên kongreyê qelenê zewacê hate rakirin, temenê zewacê hat diyarkirin û dema danîna konên sersaxiyê jî wek 3 roj hat diyarkirin.

(sb)

ANHA