Bombebarana artêşa Tirk gefan li şûnwarên Hesekê dixwe

Ji ber gefên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî gundên rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê şûnwarên herêmê di xeteriyê de ne, di serî de Til Siker El-Ihêmîr ku dîroka wê li beriya dîtina hesinan vedigere.

Bombebarana artêşa Tirk gefan li şûnwarên Hesekê dixwe
Bombebarana artêşa Tirk gefan li şûnwarên Hesekê dixwe
Bombebarana artêşa Tirk gefan li şûnwarên Hesekê dixwe
Bombebarana artêşa Tirk gefan li şûnwarên Hesekê dixwe
Bombebarana artêşa Tirk gefan li şûnwarên Hesekê dixwe
24 kanûn, 2021   06:15
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Niştecihên gundê El-Ihêmîr ê rojavayê Til Temirê ya kantona Hesekê ku şûnwarên bi navê "Girê Siker El-Ihêmîr" lê hene, ji hedefgirtinên artêşa Tirk û çeteyên wê bi xof in, ji ber ku bombebarana bêserûbêr a li dijî gundên rojavayê navçeyê  berdewam e.

Cihê "Girê Siker El-Ihêmîr" 7 kîlometreyan dikeve rojavayê navçeya Til Temir, li herêma Til Temir jî wekî kevntirîn gir e û dîroka wê li beriya zayînê vedigere. Gir nêzî eniyên şer ên bi artêşa Tirk û çeteyên wê re ye û 1 kîlometreyî dûrî gundê Dawidiyê ye ku baregeha artêşa Tirk û çeteyên wê lê ye.

Niştecihên herêmê ji kiryarên berê yên artêşa Tirk û çeteyên wê piştî dagirkirina Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê pêk anîne, tirsiyane. Ji wan kiryaran jî, talankirin û kolandina şûnwaran e da ku şaristanî û çanda herêmê qir bike û  demografiya herêmê biguhere.

Mûhend Îbrahîm ê ji gundê Siker El-Ihêmîr ku beriya aloziya Sûriyê deh salan bi şandeya Japanese re ya gir dikolan xebitîye, li ser zimanê şandeyê ragihand ku girê kevnar dîroka wê li beriya vedîtina hesinan vedigere, lê ger were kolandin dê dîrokê bi xwe re biguhere.

Îbrahîm da zanîn ku şandeyê şûnwarên girîng bi dest xistin û dîroka herêmê diyar dike, girîngtirîn ji wan jî peykera herî ya li muzexaneya bajarê Hesekê ye û gelek kûzên qermîtî yên mezin hene.

Li gorî niştecihên gundê Siker El-Ihêmîr ji ajansê re diyar kirin, ji ber bombebarana li ser gundên nêzî wan, li ser gir û deverê bi tirsin, ji van gundan Til Kerabîb ku ne zêdetirî 100 metreyan dûrî girê wan e.

Ebdulezîz Xidir ê ji gund destnîşan kir ku girê gund û şûnwarê wê ku dîroka wê vedigere 10 hezar sal beriya zayînê ji ber gefên artêşa Tirk û çeteyên wê yên ji gundên rojavayê navçeya Til Temir, di xeteriyê de ne û wiha dewam kir: "Em nêzî eniyên şer in û gef li gir tê xwarin, her wiha rojane gundên nêzî me têne bombebarankirin."

Ebdulezîz Xidir diyar kir ku niştecihên resen li gund in û terka xaka xwe nakin ji ber ku xwedî li şaristanî û çanda xwe derdikevin û ev lê zêde kir: "Em bi girê li gundê xwe serbilind in."

Mûhened Îbrahîm ew metirsî piştrast kir û ev nirxandin kir: "Em niha nêzî xetên şer in û tenê yek kîlometreyê jê dûr in. Her tim gundên nêzî me têne hedefgirtin, nexasim gundê Til Kerabîb û îro jîî em ji ruxandina şaristaniya herêmê ditirsin."

Ruxmî bombebaranê niştecihên gund jî wekî niştecihên gundê din ên rojavayê navçeya Til Temir derketina jê red dikin.

(eh)

ANHA