Evîn Cûma: Divê NY têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li dijî girtiyan biryarekê bide

Evîn Cûma der barê şehîdxistina girtiyan di girtîgehên dewleta Tirk de diyar kir ku ji ber îşkence û destdirêjiyê ew girtî şehîd dibin û ev yek sûceke li dijî mafên mirovan e û divê Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê têkildarî vê yekê biryarekê bide.

Evîn Cûma: Divê NY têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li dijî girtiyan biryarekê bide
24 kanûn, 2021   03:55
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de bi hezaran girtiyên siyasî, parlamenterên Kurd, hevşaredar, çalakvan, rewşenbîr, rojnamevan û parêzer hene. Dewleta Tirk bi sûcên xwe yên dermirovî di çend rojên berê de 6 çalakvan û girtiyên siyasî bi îşkence û qedexekirina alîkariyên tenduristî şehîd xistin.

Têkildarî mijarê endama Rêveberiya Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma diyar kir ku li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) rewşa mafê mirovan li Tirkiyê bi giştî xirabtir dibe û NY dibêje salan e hejmarên girtiyên ku qaşo bi muxalefeta nêrînê tên girtin, zêdetir dibe û got: “Di sala 2020`an de ji aliyê dewleta Tirk ve li Tirkiyê zêdetirî 3 hezar kes hatibûn girtin. Sala 2021’an de jî her û her hejmar zêdetir dibe, di vê salê de kiryarên îşkenceyê di girtîgehan de zêde bûye.”

Evîn Cûma têkildarî qedexekirina serlêdanên ji bo hevdîtinên malbatên girtiyan got dewleta Tirk bi hinceta şewba Koronayê ev yek dikir û wiha dewam kir: “Girtiyên ku bi vê nexweşiyê jî diketin ji ber girtina rêya serlêdanan diyar nedibû bê ka rewşa wan çawa ye û xizmetên tenduristiyê ji wan re nayên pêşkêşkirin.”

Evîn Cûma da xuyakirin ku îşkence û destdirêjî li girtîgehan pir zêde bûye û wiha axivî: “Dibêjin girtî jiyana xwe bi dawî dikin. Li gorî zagonên têkildarî girtiyan ku sala 1955`an hatine derxistin, dewleta Tirk berpirsyarê jiyana girtiyan e. Dewleta Tirk li gorî van xalan nameşe, ew sûcan dike û divê hesab jê bê xwestin.”

Evîn Cûma bal kişand ser çalakvanên greva birçîbûnê jî û got: “Gelek çalakvan di hundirê girtîgehan de ketin greva birçîbûnê lê ji ber dengê wan nedihat guhdarkirin, jiyana xwe ji dest dan. Dewleta Tirk bi armanca tesfîyekirina muxalefetê û azadîxwazan vê yekê dike.”

‘BI DESTDIRÊJÎ Û ÎŞKENCEYA LI HEMBER JINAN DIXWAZE DENGÊ AZADIYÊ BIFETISÎNE`

Girêdayî îşkence û destdirêjiya li dijî jinên girtî Evîn Cûma da zanîn ku dema jin banga dozekê dikin gel jî bi heyecan dibe û zexta li dijî jinan, fetisandina dengê gel e û wiha domand: “Bi awayekî sîstematîk dewleta Tirk êrişên xwe li ser jinan li girtîgehan û derveyî girtîgehan zêde dike. Jin her dem ji bo dewleta Tirk hedef in, hedefa şikandina dengê azadiyê ye, ji ber ku dema jin pêşengiyê dikin, gel li paş wan dimeşe.”

Herî dawî Garîbe Gezer di 9`ê Kanûnê de ji ber îşkence û destdirêjiyê di girtîgeheke dewleta Tirk de şehîd bû.

‘MALBATÊN KU NOBEDARIYÊ DIKIN, TÊN GIRTIN`

Li ser nobeta malbatên kuştî û girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de Evîn Cûma da xuyakirin ku dewleta Tirk bi girtina çalakvan, siyasetmedar û şoreşgeran dixwaze wan bê deng bike, lê malbat derdikevin kolanan.

Evîn Cûma got: “Ji mafê girtiyan e bi malbatên xwe re dan û standinê bikin, her wiha ji mafê wan e ji aliyê tenduristî ve bên parastin, lê mixabin ev tev de tên binpêkirin, heta digihêje astekê ku girtî jiyana xwe ji dest didin. Lê em baş dizanin dema girtiyek li ser esasê fikirekê doza azadiyê dike, nagihêje asta ku xwe bikuje. Bi taybet bi zêdebûna hejmarên mirinan, tê wateya meseleyeke bi taktîk e û ev kes tên kuştin, ne ku xwe dikujin. Ji ber vê yekê rê li ber lêkolînan digirin.”

Li gelek bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, çalakvan û malbatên girtiyan nobet û însiyatîfan ji bo banga edalet û serbestberdana zarokên xwe dikin, lê bê bersiv dimînin.

‘EDALET LI CEM DEWLETA TIRK TUNE YE’

Evîn Cûma da zanîn ku NY dibêje asta mafên mirovan li Tirkiyê kêm e, siyaseta ku dewleta Tirk niha dimeşîne sedema vê yekê ye û wiha got: “Dewleta Tirk li hember gel û girtiyan eynî kiryaran dike. Edalet li cem dewleta Tirk tune ye. Kesên ku bixwazin parastinê jî bikin, her dem di bin zextê de ne, parêzerên wan jî her dem rastî gef û girtinê tên, nikarin bi awayekî azad tev begirin.”

Evîn Cûma wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dewleta Tirk destwerdana welat û herêmên derdora xwe dike, her dem bi awayekî leşkerî vê yekê dike. Dewleta Tirk ji van herêmên ku dagir dike jî girtiyan dibe û di girtîgehên li Tirkiyê de bi cih dike. Zêdetirî 200 kesî ji Sûriyê di girtîgehên dewleta Tirk de ne. Dewleta Tirk vê yekê normal dibîne. Divê biryarek ji aliyê Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê ve bê dayîn da ku rê li pêşiya van binpêkirinan bê girtin.”

ANHA