ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-12-2021
24 kanûn, 2021   00:00

--Li Sêmalkayê çalakiya malbatên şehîdan a  ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan di roja 81’ê de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Bijîşkan a herêma Cizîrê 4.Konferansa beşa bijîkên Qamişlo li Qehwexaneya Kele li dar dixe. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Êzidiyên herêma Cizîrê konferansa xwe li hola Beylesane ya Amûdê li dar dixe. Saet 09:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya amadekar a Kombûna Civakî ya Efrînê civîna xwe ya damezrîner li hola Mihemed Şêxo ya Qamişlo li dar dixe. Saet 15:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe yên li dijî girtiyan de berdewam dike û wan ji mafên rewa bê par dike, li ser vê yekê girtiya bi navê Fatme Reşad ji girtîgeha Şeqran Alî Axa Tirkî de bang li aliyên parastina mafên mirovan dikin, kir ku berê xwe bidin girtîgehên Tirkiyê û sûcan lêkolîn bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên eşîrên gundewarên rojhilatê Dêrazorê teqez kir ku mijara "çareserî" ku hikûmeta Şamê li herêmên di bin serweriya wê de di dema dawî propegandayê wê dike de rêbazek e da ku aloziya Sûriyê dirêj bike û nîşaneya girêdana wê bi hişmendiya yek partî, neqebûlkirina aliyê din û nimûneya demokrtîk e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyên Qamişloyê têkildarî êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze gelê herêmê bitirsîne û herêmên xwe vala bike lê ew amade ne li hember êrişên dewleta Tirk bibin mertalên zindî.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber gefên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî gundên rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê şûnwarên herêmê di xeteriyê de ne, di serî de Til Siker El-Ihêmîr ku dîroka wê li beriya dîtina hesinan vedigere. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama rêveber a Heyva Sor a Kurd a herêma Efrînê Sekîne Erebo diyar kir ku di nava salekê de li Şehbayê hejmara pêketiyên nexweşiyên Leşmanya gihaşt hezar û 700’î. Her wiha bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariyê pêşî li berbelavbûna nexweşiyê bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nîlufer Koç diyar kir ku kampanyayên îmzeyan dê di sala 2022'yan de zêde bibin û destnîşan kir ku di pêvajoya heyî de dewlet bi zorê PKK'ê di "lîsteya terorê" de digirin.

PANORAMA

- Di sala 2021`an de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn, dagirkeriya Tirk bi sedên caran êrişên hewahî û bejayî li herêmê pêk anîn.  (BI WÊNE)

POLÎTÎKA

- Hesen Koçer got, armanc ji mijara girtina deriyên sînor û deriyê Til Koçerê bi taybet hilweşandina aboriya herêmên Rêveberiya Xweser e. Koçber got, bikaranîna deriyên mirovî weke kaxezeke zextê ya siyasî kiryarekî derexlaqî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gerînendeyê Platforma Rojhilata Navîn a Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Mihemed Hamid got, rejîma Tirkiyê bi rêya şerê kurdan, hewl dide aloziyên xwe veşêre. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan di nav de çekên kîmyewî şerê kurdan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Malbatên ku zarokên wan bi PDK`ê hatine xapandin û tev li çeteyên Roj bûne, bang li zarokên xwe yên li Başûrê Kurdistanê ne kirin ku vegerin welatê xwe û li şûna parastina berjewendiyên dewleta Tirk, Rojava biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Bi israra lêpirsînerê edlî Tariq Bîtar li ser pêkanîna muzakereya sekinandinê li dijî parlamenter û wezîrê berê Elî Hesen Xelîl re, gel pêşeroja xebata dadger digel serhişkiya Huzbullah û Tevgera Emel de çi ye? Gelo dê ev dosya pêşketinekê ji aliyê eşkerekirina rastiyên teqînê de bi xwe re bîne yan çîna siyasî li hember wê yekê disekine?(BI WÊNE)

ANHA