Mihemed Hamid: Dewleta Tirk bi hemû rêbazan şerê kurdan dike

Gerînendeyê Platforma Rojhilata Navîn a Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Mihemed Hamid got, rejîma Tirkiyê bi rêya şerê kurdan, hewl dide aloziyên xwe veşêre. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan di nav de çekên kîmyewî şerê kurdan dike.

Mihemed Hamid: Dewleta Tirk bi hemû rêbazan şerê kurdan dike
24 kanûn, 2021   01:50
QAHÎRE-EMANÎ EZAM

Rêveberê Platforma  Rojhilata Navîn a Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Mihemed Hamid got, dewleta Tirk bi hiceta şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) sûcên hovane li dijî vê partiyên û sivîlan pêk tîne û hemû rêbazan di serî de çekên kîmyewî bi kar tîne.

Hamid destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve ne nû ye û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî. Di deh salên dawî de piştî destpêkirina şerê navxweyî li Sûriyê hatiye sûcdarkirin.”

Mihemed Hamid diyar kir ku mohrên artêşa Tirkiyê li ser çekên kîmyewî hebûn, lê rejîma Sûriyê bi bikaranîna wê hat tawanbarkirin, da ku ji hesabxwestinê bifilite.

Gerînendeyê Platforma Rojhilata Navîn a Lêkolînên Siyasî û Stratejîk piştrast kir ku Erdogan bi rêya afirandina dijmineke xeyalî hewl dide aloziyên li Tirkiyê veşêre û got, niha jî heman tişt di doza Kurd de dike ji ber ku ji rêveberiya Biden ditirse ku alîgirê kurdên li bakurê Sûriyê-Rojava ne.

Ruxmî ku dewleta Tirk bi sedan caran êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye û di encama destwerdana wê de sala 2016`an bi hezaran sivîl şehîd û birîndar bûn, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tu daxuyanî nedaye û ew êriş şermezar nekirine.

(şx)

ANHA