'Tavilê vegerin, li dijî welatê xwe nebin sîxûr'

Malbatên ku zarokên wan bi PDK`ê hatine xapandin û tev li çeteyên Roj bûne, bang li zarokên xwe yên li Başûrê Kurdistanê ne kirin ku vegerin welatê xwe û li şûna parastina berjewendiyên dewleta Tirk, Rojava biparêzin.

'Tavilê vegerin, li dijî welatê xwe nebin sîxûr'
24 kanûn, 2021   02:15
KOBANÊ- ZANA SEYDÎ

Di civînekê de ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve li meydana goristana Şehîd Dîcle ya başûrê bajarê Kobanê hat lidarxistin, malbatên ciwanên ku di nava çeteyên Roj de cih digirin axivîn.

Bertekên malbatan li hemberî PDK'ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên wê yên li dijî çiyayên Kurdistanê, Şengal û Rojava de zêde dibin.

Beşdarekî civînê Mehmûd Hac Xelîl Reqas bang li çeteyên Roj kir ku vegerin Rojava û wiha dom kir: "Tiştê ku ew dikin em qebûl nakin û em qebûl nakin ku zarokên me bi wan re kar bikin. Divê vegerin malên xwe. Dema ku 'Pêşmergeyên Roj' ava bûn, wan îdia kiribûn ku ew hêza parastina herêmên wekî Kobanê û yên din e, lê ew Tirkiyê diparêzin û ev yek ji her kesî re diyar e. Eger ji ber pereyan li wir dimînin, li vir pere bêtir e."

Jina bi navê Melka Xelîl Xoce ya ji bajarokê Şêran, ku kurekî wê tev li çeteyên Roj bûye, got ku, divê li şûna parastina Tirkiyê parastina welatê xwe bikin û wiha dom kir: "Em qebûl nakin ku xwîna Kurdan bê rijandin. Dewleta Tirk hewldide di nava Kurdan de şerê birakujiyê çêbike, mijara radestnekirina cenazeyên gerîlayan lîstikeke dewleta Tirk e. Dixwazin şer di navbera me de gur bike."

Osman Mehmûd Teyar: Pêşmergeyên Roj di destpêkê de hêzeke leşkerî ya girêdayî Rojava bûn. Ji ber ew zarokên herêmê ne divê vegerin û li eniyên parastinê şer bikin. Bi destekdayîna dewleta Tirk ve bûn sedem ku gelek gerîla li Başûrê Kurdistanê şehîd bibin. Em van kiryaran red dikin.

Xalid Sincar ji bajarokê Şêran e kurekî wî tev li çeteyên Roj bûye wiha got: "Ez bang li hemû ciwanan, bi taybet kurê xwe dikim ku vegerin malên xwe. Nabe ku em li dijî welatê xwe bibin ajan. Ger em ji birçîna bimirin jî em vî karî qebûl nakin. Ez di wê baweriyê de me ku mayîna li welat û parastina axa welat yek ji karên herî bi rûmet e ku mirov dikare bike."

Şahîn Hiso Cia: Her nakokiyek an şerek navxweyî dikeve xizmeta  berjewendiya dijminê gelê Kurd. Mijara radestnekirina cenazeyên gerîlayên ku ji bo doza Kurd şehîd bûne şaştiyeke ku dewleta Tirk a dagirker dike. Divê di zûtirîn dem de were rastkirin.

Mihemed Dalî ji bajarokê Til Xezal ku kurekî wî di nav çeteyên Roj de ye got: "Ez her tim ji kurê xwe dixwazim ku vegere welatê xwe û xizmeta gel û axa xwe bike û xizmeta Tirkiyê neke."

(dx)

ANHA