Moskova: Em ê perwerdeyên leşkerî li nêzî sînorê Ukraynayê pêk bînin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro piştrast kir ku bi sedan endamên hêzên rûsî dê di nava çend rojên bê de li nêzî sînorê Ukraynayê rahênanan pêk bînin.

Moskova: Em ê perwerdeyên leşkerî li nêzî sînorê Ukraynayê pêk bînin
23 kanûn, 2021   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezatara Parastinê ya Rûsyayê îro bi daxuyanyekê ku ajansa Interfax belav kir wiha got: "Nêzî hezar û 200 leşker û zêdetirî 250 wesayît û balafirên şer dê tev li rahênanan bibin. Rahênan wê di navbera herêma perwerdeyê ya El-Qerm ku Rûsya di sala 2014`an de ji Ukraynayê qutkiriye û û tev li xaka xwe kiriye û herêma Krasnodar de li dar kevin."

Rûsya bi deh hezeran leşkerên xwe li nêzî sînorê Ukraynayê bi cih kirin û bang kir ku Ukrayna nebe endama NATO`yê.

Girêdayî mijarê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê got, Mosckov pêşniyar der barê dema destpêkirina danûstandinên têkildarî misogerkirina ewlehiyê de ji Amerîkayê re pêşkêş kiriye û li benda bersiva Washingtonê ye.

(bx)