Dagirkeriya Tirk  4 ciwan ji Efrîna dagirkirî revandin

Istixbarata dewleta Tirk a dagirker careke din 4 welatî ji gundê Maratê yê girêdayî navenda kantona Efrînê ya dagirkirî revandin.

Dagirkeriya Tirk  4 ciwan ji Efrîna dagirkirî revandin
23 kanûn, 2021   13:17
ŞEHBA

Çavkaniyan ji Efrîna dagirkirî ragihand ku istixbarata dewleta Tirk a dagirker bi ser malên gundiyên Maratê yê girêdayî navenda kantonê girtin û 4 welatî revandin.

Çavkaniyan navên welatiyên ku hatine revandin eşkere kirin; Elî Mihemed Îbrahîm (26), Mihemed Ehmed Eyûbî (27), Hemyar Mihemed Qilêc (27) û Dilyar Betal Betal (27).

Çavkaniyan destnîşan kir ku beriya niha jî istixbarata dewleta Tirk a dagirker her çar ciwan revandibûn û li beramberî hezar lîreyê tirk serbest hatibûn berdan.

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku istixbata  her çar ciwan birin navenda istixbaratê beyî ku çarenûsa wan bê naskirin.

(şx)

ANHA