Li Qamişloyê 135 şehîd hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan û malbatên şehîdan ên Qamişloyê 135 şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê yên ku di cih û salên cuda de di berxwedana li hember DAIŞ û dewleta Tirk de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Li Qamişloyê 135 şehîd hatin bibîranîn
23 kanûn, 2021   13:46
QAMIŞLO

Îro Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê bi merasîmekê 135 şehîdên di mehên Mijdar û Kanûnê de di sal û cihên cuda de di berxwedana li hember DAIŞ û êrişên dewleta Tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Merasîm li goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê li dar ket. Bi dehan şênî û malbatên şehîdan tev lê bûn.

Di merasîma bîranînê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Necah Gulo axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Necah destnîşan kir ku ji bo pêkanîna armancên şehîdan ên di oxira wê de şehîd bûne, divê asta têkoşînê were bilindkirin. Her wiha Necah gotineke rêber Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: “Rêbertî her tim digot, heke hûn aşiqê şehadetê nebin, hûn nikarin serkeftinê pêk bînin û têkoşînê berdewam bikin. Ez di wê baweriyê de me ku rêya şehîdan rêya serkeftin û azadiyê ye.”

Necah diyar kir ku ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan diyar dibe ku dewleta Tirk zaîf ketiye lê di heman demê de Necah got ew ê axa şehîdan bernedin û dê têkoşînê berdewam bikin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadeta şehîdan hatin xwendin.

(şx)

ANHA