Desteya Hundirîn têkildarî sersal û Noelê tedbîrên nû girtin

Desteya Kar û Barên Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersal û cejna Noelê pîroz kirin û got ji bo ku cejn di nava ewlehî û aramiyê de derbas bibe, gelek tedbîr girtine.

Desteya Hundirîn têkildarî sersal û Noelê tedbîrên nû girtin
23 kanûn, 2021   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Kar û Barên Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi biryarnameyekê gelek tedbîrên ku bi boneya cejna Noelê û sersalê girtine, eşkere kirin.

Biryarname wiha ye:

"Em cejna Noelê û sersalê li hemû gelê xwe pîroz dikin û hêvîdar in ku vê cejnê di atmosfereke aram û ewle de derbas bibe.

Li gorî vê yekê, divê şênî li gorî van tedbîran tev bigerin:

1- Ji saet 06:00`an roja sêşemê (28.12.2021) heta saet 06:00`ê sibeha roja yekşemê (02.01.2022) li nava bajar û bajarokan tevgera kamyon û barhilgirên biçûk û mezin qedexe ye.

2- Ji saet 06:00`an roja sêşemê (28.12.2021) heta saet 06:00`an roja yekşemê (02.01.2022), tevgera motorsîkletan heta yên leşkerî jî qedexe ye.

3- Têkildarî deriyên sînor, ji seat 06:00`an roja înê (31.12.2021) heta saet 06:00`an roja yekşemê  hemû erebe, wesayît û otobus tên sekinandin, ji bilî rewşên awarte.

4- Destûr tê dayîn ku madeyên bijîşkî û alîkariyê yên ku ji hêla aliyên pêwendîdar ve destûra wan hatiye dayîn (Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî, Nivîsgeha Rêxistinan, Deste û Komîteyên Tenduristiyê) werin veguhastin.

5- Ji derveyî qanûnê, ji aliyê welatiyan û hêzên leşkerî û ewlekariyê ve, avêtina guleyan qedexe ye.

(dx)