​​​​​​​Lihevkirina Misir-Lubnanê li benda erêkirina DYA’yê ye

Wezîrê petrolê yê Misirê Tariq El-Mela got hîna rêveberiya DYA’yê erê nekiriye ku Misir gazê bi rêya ‘Xeta Erebî’ bigihîne Lubnanê. Her wiha piştrast kir ku peywendiyên baş bi DYA’yê re hene.

​​​​​​​Lihevkirina Misir-Lubnanê li benda erêkirina DYA’yê ye
23 kanûn, 2021   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Tariq El-Mela piştrast kir ku peywendiyên baş bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re di vê çarçoveyê de hene. El-Mela destnîşan kir ku Misir û Lubnan gelek çareseriyên girêdayî sererastkirina warê kehrebeyê dinirxînin.

Tariq El-Mele got: “Di gava yekemîn a çareserkirina warê kehrebeyê de Qahîre dê hebe. Misir dê gazê bide heta ku stasyon werin xebitandin. Cejna Noelê û sersalê dibe ku vê xebatê hinekî dereng bixe. Bi destpêkirina sala 2022`yan re gaz dê bigihêje Lubnanê.”

Wezîrê petrolê yê Misirê piştrast kir ku dema lihevkirina gazê ya di navbera Lubnan û Misirê de 10 sal e û got: “Em bi aliyên navneteweyî yên têkildar re di dan û standinan de ne, heta ku di pêşerojê de tiştên ne di hesabê me de çênebin û Qanûna Qeyser neyê binpêkirin.”

Tarq El-Mela diyar kir ku pêwîstiya Lubnanê bi îstiqrarê heye da ku xebatên lêgerîna petrol û gazê berdewam bike. El-Mela bi bîr xist ku di vî warî de pêwîstiya gelê Lubnanê bi hêviyekê heye.

(şx)