Ciwanekî sûrî li Dîlokê hat kuştin

Ciwanekî sûrî yê ji bajarê Helebê li bajarê Dîlokê ji aliyê nijadperestekî Tirk ve hat kuştin.    

Ciwanekî sûrî li Dîlokê hat kuştin
23 kanûn, 2021   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirov a Sûriyê (SOHR) ragihand ku ciwanek bi navê Mehmûd Mihemed Şobek ê bajarê Helebê yê Sûriyê, li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê ji aliyê nijadperestekî Tirk ve hat kuştin.

Dema ciwanê sûrî hewl da nakokiya di navbera kesê pê re dimîne û nijadperestê Tirk de çareser bike, bi guleyê di singê xwe de birîndar dibe. Piştre ew ciwanê sûrî yekser radikin nexweşxaneyê, lê jiyana xwe ji dest da.

Di 20'ê Kanûnê de çavkaniyên herêmî eşkere kirin ku beriya zêdetirî mehekê di 16`ê Mijdarê de li gundê Gûzelbahçê yê girêdayî Izmîrê 3 ciwanên sûrî ji aliyê nijadperestekî tirk ve hatin şewitandin.

Ev bûyer di çapemeniya Tirk de têne nixumandin. Çavkaniyan heta niha encamên lêpirsînan eşkere nekirin.

(dx)