Gelê li dijî dorpêça li Sêmalkayê, êrişên li ser Til Temirê û Astanayê li ber xwe dide, dê bi ser bikeve

Gelê li dijî dorpêça li Sêmalkayê, êrişên li ser Til Temirê û Astanayê li ber xwe dide, dê bi ser bikeve
23 kanûn, 2021   09:03

HALÎL CEMAL

Sala 2021’an saleke çetin bû. Kaosa herêmî, bi desthilata faşîst a AKP/MHP'ê re, tevahiya salê kûrtir bû. Di tevahiya salê de çareseriyên siyasî yên li ser bingeha muzakereyê hatin ser ziman, lê nakokiyên di navbera hêzên hundir û derve de kûrtir bûn. Bi kurtasî, polîtîkaya kaosê paşve nekişiya. Sîstema kapîtalîst/emperyalîst jî bi polîtîkayên xwe û nêzîkatiya xwe ya li hember civak û hawirdorê nîşan da ku çi qasî bi îdia ye ku cîhanê ber bi hilweşîneke global ve dibe.

Ji ber vê yekê, ji hilbijartinan an jî guherîna hikumetan ku tê îdiakirin ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî çêbûne, encam negirtin. Jixwe helwesteke ji bo bidestxistina encaman jî tune ye. Ji ber vê yekê guhertinên desthilatê yên di nava vê salê de di nava sîstemê de hatin kirin, bi tenê krîz kûrtir kir.  

Girêdayî vê tabloya giştî, ji bilî kûrkirina nakokiyên li seranserê Sûriyê û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tiştekî din çênebû. Li ser sînorên Urdin û Îsraîlê yên Sûriyê bi rêya têkiliyên DYA/Rûsya-Îsraîl/Urdinê lihevkirineke berteng pêk hat. Lihevkirina li Derayê ya vê dawiyê mînaka vê yekê ye. Îsraîlê bi israr hebûna Îranê li Sûriyê bi êrişên xwe yên ezmanî û fûzeyan di demên cuda de sînordar kir. Tevî gelek peyman û dan û standinên Rûsya û dewleta Tirk a mêtinger û faşîst ên li ser Idlibê jî, Idlib hem bû navenda çeteyan hem jî bû qadeke şer. Hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst dewam kirin, ku bi Cerablusê dest pê kir û bi Efrîn û Serêkaniyê dewam kir. Binpêkirina mafên mirovan û sûcên li dijî mirovahiyê yên li herêmên dagirkirî bi berfirehî dewam kirin. Di bin çavdêriya NY'yê de bi navê alîkariya mirovî ya ji bo herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, desteka çeteyan û lojîstîk berdewam kir. Tevî her cure êriş û hewldanên ambargoyê yên dewleta Tirk a faşîst û hevkara wê PDK û çeteyên wê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyana biîstîkrar tevî hemû dijwariyan xwe domand.

Di pêvajoyeke wiha de li gelek platformên herêmî yan jî cîhanî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nekirin muxatab û tev lê nekirin, meseleya Sûriyê di atmosfera şer de ma. Bi tenê înkara Kurdan û demokrasiyê û şer, qirkirin, birçîbûn û koçberî ji van dan û standinan derket ku ji Cinêvê heta Astanayê û heta Soçiyê dirêj bû. Ev dan û standin ji bo gelan dibûn sedema dojehan, lê li aliyê din kêf kêfa bazirganên çekan bû.

DI CIVÎNA ASTANAYÊ DE KÎ DIXWAZE ÇI BIKE?

Piştî ku dan û standinên destûra nû ya Sûriyê li Cinêvê bêyî encam bi dawî bûn, di 21-22'ê Kanûnê de li Astanayê bi piranî bi garantoriya Rûsyayê li hev civiyan. Tevî ku ji Îran û dewleta Tirk re jî garantor tê gotin, van her du hêzan her tim li Sûriyê pozîsyona xwe ya alîgir parastiye. Îran berdewamkirina rejîma Esad ji bo berjewendiyên xwe mecbûrî dibîne û ji bo vê yekê her cure destekê dide û li aliye din jî dewleta Tirk hewl dide qet nebe di nava sînorên Mîsaqa Mîllî de Sûriyê dagir bike û bi xwe ve gire bide. Yanî dixwaze bi dagirkirina bakurê Sûriyê ji Idlibê heta Derazorê, Sûriyê parçe bike û dagir bike. Ji ber vê yekê hemû çeteyên cîhanê derbasî Sûriyê dike û her cure piştgiriyê pêşkêşî wan dike. Dewleta Tirk a faşîst ji ber vê sedemê ne garantor e. Rûsya jî hewl dide nakokiyên di navbera van her du hêzan de di warê berjewendiyên xwe yên herêmî de bi kar bîne. Dema ku rola xwe wek garantor bi mêvandariya civînên bi vî rengî pêk tîne, di heman demê de dixwaze herêmên xwe yên serweriyê berfireh bike û nîşan dide ku ew hêzeke cîhanê ya li herêmê ye.

Civîna îro ya li Astanayê ji yên berê ne cudatir e. Di warê encaman de divê bendewariyên cuda tune bin.

Beriya civînê hikumeta Şamê diyar kiribû ku Hatay (Îskenderûn) ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatiye dagirkirin û dê dawiya dawî tev li Sûriyê bibe. Gelek caran DYA û dewleta Tirk wek dagirker pênase kirin û xwest dawî li dagirkeriya xwe ya li Sûriyê bînin û destnîşan kir ku dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê li herêmên dagirkirî sûcê li dijî mirovahiyê kirine. Leşker û çeteyên dewleta Tirk a faşîst li herêmên din ên dagirkeriyê bi taybetî Idlibê kirin hedef û gelek windahî dan. Bi vê yekê gelek caran nîşan da ku wan nêrînên hevbeş der barê herêma xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de parve kirin. Di rastiyê de herî dawî di çapemeniyê de hat ragihandin ku hêzên leşkerî û îstîxbaratî yên hikumeta Şamê û dewleta Tirk a faşîst ji bo dan û standinên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev kiriye. Yanî her du hêz jî li ser dijminahiya Kurdan û înkarkirina demokrasiyê li peymanekê geriyan. Haydar Cevad ku serokê delegasyona Sûriyê ye, got “herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî de ne û pêkanîna Peymana Edeneyê, mijarên girîng in ku di hevdîtinên navbera her du welatan de tên nîqaşkirin."  

DAXUYANIYÊN PIŞTÎ CIVÎNÊ

Ji aliyekî din ve, nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyê Geir Pedersen got ku Sûriye bûye "stargeha çeteyan, navenda bazirganiya narkotîk û terorê".  Her wiha diyar kir ku çareseriya siyasî ya li Sûriyê tenê bi sûriyan ve girêdayî nîn e û Cinêv jî wek navnîşana çareseriyê nîşan da û hem aliyê herêmî hem jî yê navneteweyî yê pirsgirêkê destnîşan kir.

Demeke kurt beriya daxuyaniya Pedersen, beşa Tirkiyê ya rapora mafên mirovana ji aliyê DYA ve hat weşandin û Tirkiye wek "stargeha çeteyan, bazirganiya narkotîkê û terorê" hat pênasekirin.

Nûnerê taybet ê Rûsyayê yê Sûriyê Aleksandr Lavrentiev beriya hevdîtinên li Astanayê ku navê wê yê nû Nûr Sultan e, ji rojnamevanan re axivî û got "Ji bo rewşa li bakur û bakurê rojava baştir bibe, em bi hevkarên xwe yên Tirk re di nava têkiliyeke nêz de ne. Aliyê Tirk hemû wezîfeyên xwe bi cih neanîne, lê em dibînin ku dixwazin bi awayekî aktîf tevkariyê li vê pêvajoyê bikin." Rûsyayê bi vê daxuyaniyê bendewariyên xwe yên ji dewleta Tirk a faşîst anîn ziman.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Sûriyê Eymen Sûsan ku ji bo hevdîtinê li Astanayê bû, got divê zext li Enqereyê bê kirin û neçar bimîne peymanên hatine kirin bi cih bîne. Sûsan got "Dagirkeriya Tirk û Amerîkayê rê li ber aramiya rewşa Sûriyê digire.Kiryarên Enqere û Washingtonê yên yekalî û siyasetên wan ên wêranker dibin sedem ku alozî zêde bibe û bibe sedema êşa sûriyan." Sûsan destnîşan kir ku divê hebûna leşkerî ya dewleta Tirk li Sûriyê bi dawî bibe.

PDK SIYASETA SORKIRINÊ NÛ DIKE

Di pêvajoya Astanayê de ev yek diqewimî  û PDK'ê jî deriyên sînor ên Sêmalka û Welîd yên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, bi hinceteke qaşo girtin û bû sedem ku ambargoya heyî girantir bibe. Piştî ku derî ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin, çapemeniya PDK'ê  bi nûçeyên xwe eşkere kir bê armanca rastî çi ye.   Dest bi weşandina nûçeyên têkildarî pirsgirêka kêmbûna rûn, şekir hwd kirin. Çalakiya ciwanan a li Sêmalkayê kirin hincet û PDK’ê peyamek da dewleta Tirk a faşîst ku beriya hevdîtinên Astanayê li dijî Rêveberiya Xweser li gel wê ye. Bi kurtasî, bi vê helwesta xwe PDK'ê bi dorpêçê re polîtîkayên xwe yên provokasyonê yên li dijî Rêveberiya Xweser rojane kirin.

NE POLÎTÎKAYÊN DEWLETA TIRK Û NE JÎ YÊN PDK'Ê NEÇÛN SERÎ

Li gorî vê nêzîkatiya PDK'ê, dewleta Tirk a mêtinger êrişeke berfireh a dagirkeriyê bir ser xeta Til Temirê. Hêzên parastinê yên Til Temirê êriş têk bir û dewleta Tirk a faşîst xwest nîşan bide ku rojeva sereke ya li Astanayê ji bo wê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û diyar kir ku divê ev mijar di Astanayê de esas be. Lê belê, ji ber ku pêşketinên li Astana û Sêmalkayê heta niha nîşan dan, ne dewleta Tirk a faşîst a mêtinger, ne jî polîtîkayên PDK'ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûreyê neçûn serî. Berevajî, hem berxwedana gelê me, hem jî hevsengiyên global/herêmî nîşan didin ku lîstikên bi vî rengî ew çend bi hêsanî nikarin bi encam bibin. Desthilata faşîst a AKP/MHP'ê li Tirkiyê din ava krîzeke giran de ye, PDK  jî ku polîtîkaya xwe li gorî wê dimeşîne, ketiye nava krîzeke bi heman rengî. Ji ber vê yekê, ev hêzên ku çarenûsa wan bi hev ve girêdayî ne, di çarçoveya projeyeke hevpar de li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên demokrasiyê bi giştî şerekî qirêj dimeşînin.

Ev êriş û şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan ku bi pêkanîna her şêwe sûcên şer  li dijî gerîla û mirovên sivîl li Başûr tên kirin, di heman demê de rê li ber êrişên DAIŞ'ê yên li dijî Kurdan vedike. Berxwedana gel çi qasî qels bibe, dê êrişên mêtingeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ên di bin navê êrişên DAIŞ'ê de, ew qasî encamê bi dest bixin. Encameke bi vî rengî dê li dijî hemû civak an jî şexsiyetên ku dibêjin em Kurd im û mirov im û dixwazin bi rengekî azad bijîm, bibe metirsiyek. Ya ku dewleta Tirk a faşîst beriya Astanayê li Til Temirê kir ev e û PDK bi lîstika xwe ya li Sêmalkayê dixwaze armanceke wiha bi dest bixe.

Lê di sedsala 21'an de ku sedsala Kurdan û gelan, bi taybetî jî ya jinan e, yên ji bo azadiyê li ber xwe didin, dê bi ser bikevin û dîrok mîna her carê dê ji aliyê berxwedêran ve bê nivîsandin.