​​​​​​​'Ji bo azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan divê asta têkoşînê bilind bibe'

Endamên Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê gotin divê di çarçoveya hemleya “Dem dema azadiyê” de asta tolhildan û serhildanê bilind bikin. Her wiha piştrast kir ku ew ê piştgiriya hemleyê bikin, heta ku azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were.

​​​​​​​'Ji bo azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan divê asta têkoşînê bilind bibe'
23 kanûn, 2021   08:51
ŞEHBA

Hemleya “Dem dema azadiyê ye” di qonaxa duyemîn de berdewam e. Di çarçoveya hemleya ku ji bo azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan li dar ketiye de gelek çalakî li deverên cuda yên cîhanê li dar ketin.

Têkildarî mijarê, endamên Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Efrînê ji ajansa me re axivîn.

Şêrîn Reşîd got: “Armanca bingehîn a hemleya “Dem dema azadiyê ye”; pêkanîna azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan e. Ji ber wê em tev li hemû çalakiyên di vê çarçoveyê de li dar dikevin dibin.”

Şêrîn Reşîd behsa Hefteya Çandî kir û got: “Ji bo azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan me hefteya çandî li dar xist."

Şêrîn Reşîd di dawiyê de got: “Pêwîst e em piştgiriya vê hemleyê bikin bi taybet jin. Ji ber ku azadiya jinan bi azadiya rêber Abdullah Ocalan pêk tê.”

Endama Tevgera Kevana Zêrîn Cûdî Mistefa jî got: “Bi coşeke mezin em piştgiriya vê hemleyê dikin. Bi vê yekê em bersivê didin dijmin. Em ê di qonaxa duyemîn a hemleya “Dem dema azadiyê ye” de gavên mezintir bavêjin.”

Cûdî Mistefa gotina xwe wiha domand: “Divê em têkoşîna xwe di qonaxa duyemîn a hemleyê de, mezin bikin. Divê ciwanên Efrînê pabendî doza azadiya rêber Abdullah Ocalan bin.”

Zeyneb Îbo jî got: “Jinên ciwan ên Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Efrînê tev li çalakiyên ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan bûn û banga azadiya wî kirin.”

Zeyneb di dawiyê de destnîşan kir ku jinên ciwan dê tê bikoşin û tev li hemû çalakiyên ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan bibin, ji ber ku azadiya jinan bi azadiya rêber Abdullah Ocalan pêk tê.

(şx)

ANHA