Şêniyên Zirganê tevî êrişên hovane li ser axa xwe li ber xwe didin

Ajansa me li kolanên bajarokê Zirgan ê li bakurê Hesekê dîmen kişand û ji dîmenan diyar dibe ku şênî bi israr in li ser axa xwe bin ruxmî ku dewleta Tirk ev du roj in bênavber bajarokê topbaran dike.

23 kanûn, 2021   08:45
HESEKÊ- ÎYAD EL-MIHECIRÎ

Di van du rojên dawî de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregehên xwe yên li gundên Bab El-Xêr û El-Dawûdiye yên dagirkirî bajarokê Zirgan û gundên wê yên bakur, başûr û rojava topbaran kirin.

Di encama topbaranê de 4 welatiyên bi navê Melekê Ehmed El-Îd (30), dayika wê Fesla El-Îd (60) ji gundê El-Rabîat û Salih Hemîd û Mihemed Xêr Elyan ji gundê El-Esediyê şehîd bûn, 10 welatî jî birîndar bûn di nav de zarok jî hene.

Bajarokê Zirgan ê li gundewarê bakurê Hesekê, xwedî girîngiyeke stratejîk e. Ji ber ku ew di naverasta herêmên Serêkaniyê, Til Temir û Dirbêsiyê de ye û bi rengbûna pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb û Ermenan tê naskirin.

Li gorî daneyên meclisa Zirganê 45 hezar kes ji Kurd, Ereb û Ermenan ên ji eşîrên Xelcan, Şêxan, Herb û El-Begera lê dijîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di sala 2013’an de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bajarokê Zirgan ji çeteyên Cebhet El-Nûsra rizgar kir.

(dx)

ANHA