Rojnameyên erebî: Di 2021`an de li Sûriyê zêdetirî 3 hezar û 700 hezar kes hatin kuştin

Rojnameyên erebî vê sibê der barê rewşa Sûriyê, Lîbya û Sûdanê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Di 2021`an de li Sûriyê zêdetirî 3 hezar û 700 hezar kes hatin kuştin
Rojnameyên erebî: Di 2021`an de li Sûriyê zêdetirî 3 hezar û 700 hezar kes hatin kuştin
Rojnameyên erebî: Di 2021`an de li Sûriyê zêdetirî 3 hezar û 700 hezar kes hatin kuştin
23 kanûn, 2021   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

LI SÛRIYÊ DI 2021`AN DE ZÊDETIRÎ 3 HEZAR Û 700 KES HATINE KUŞTIN

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) duh ragihand ku li Sûriyê di 2021`an de 3 hezar û 746 kes hatine kuştin. Li gorî AFP`ê, ji destpêka aloziya Sûriyê ve ev bilanço ya herî kêm e.

SOHR`ê diyar kir ku di nav wan de hezar û 505 sivîl hene ku di nav de 360 zarok in. Her wiha destnîşan kir ku 297 sivîl ji ber mayînan û teqînan hatine kuştin.

Ji bilançoya kuştiyan a sala 2021`an xuya dibe ku hejmara kuştiyan li gorî sala borî kêm bûye. SOHR`ê bi bîr xist ku sala borî zêdetirî 6 hezar û 800 kes hatine kuştin. Ji ber aloziya Sûriyê sala 2019`an zêdetirî 10 hezar kes û sala 2014`an 70 hezar kes hatine kuştin.

Ev bilanço di salên 2020 û 2021`an de kêm bûye nexasim ku qadên şer li gelek herêman sînordar bûne bi taybet li parêzgeha Idlibê ku Heyet Tehrîr El-Şam zêdetirî nîvê rûbera wê kontrol dike.

Ji ber aloziya Sûriyê zêdetirî nîv milyon kes hatin kuştin û zêdetirî nîvê welatiyên Sûriyê koçber û penaber bûn. ”

`CIVÎNA BINGAZÎ NEXŞERÊYA LÎBYAYÊ GUHERT`

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Ji Misratayê li rojhilatê paytexta Lîbyayê, Wezîrê Karên Hundir ê berê Fethî Başaga û cigîrê serokê Meclisa Serokatiyê yê berê Ehmed Mitîq ber bi Bingazî ve bi rê ketin.

Li balafirgeha Benîna gav û tevgerên Yaşaga li Lîbya û derveyî wê, bûn bûyereke girîng. Wê li otêla Tibestî bi Xelîfa Hafter re bicive û rewşa Lîbyayê di civînê de wê were nîqaşkirin.”

`NAVBEYNKARÎ ÎSTÎFEYA HEMDOK RAWESTAND`

Der barê kar û barên Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Kesayetên Sûdanê mudaxele kirin da ku serokê hikumeta demkî Abdullah Hemdok îqna bikin ku îstîfa neke. Li gorî çavkaniyan, bi rastî jî navbeynkarî bi ser ket û li bendê ne ku sedemên hiştine Hemdok biryara istîfayê bike, ji holê rabin.

Heman çavkaniyan piştrast kir ku ji kêliya belavbûna agahiyên der barê îstîfakirina Hemdok, gelek kesayetên nîştimanî mudaxele kirin da ku Hemdok ji vê gava xwe paşde vegere. Ji ber ku dê welêt vegerîne rewşa beriya 21`ê Mijdarê û dê ji berê bêtir rewşa li welêt aloztir bike. Nexasim ku ji ber biryarên fermandêrê giştî yê artêşê yên di 25`ê Kanûnê de dane, bandor li hemû warên jiyanê kirin.”

(şx)