Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em amade ne li hember hemû êrişan li ber xwe bidin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê piştrast kirin ku ew amade ne li hember êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê li ber xwe bidin.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em amade ne li hember hemû êrişan li ber xwe bidin
23 kanûn, 2021   07:39
MINBIC-EHMED QERECA

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li eniyên Tuxarê ji ajansa me re axivîn û bersiva gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê da.

Şervanê bi navê Îbrahîm Hiso got: “Em amade ne li hember hemû êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê li ber xwe bidin. Dewleta Tirk îsal gelek êriş li dijî herêmê pêk anîn, malên sivîlan topbaran kirin û hewl da gelek herêman dagir bikin. Lê bi saya hevgirtina me û piştgiriya şêniyan, ew hewldan bi bin ketin.”

Îbrahîm Hiso wiha domand: “Me soz daye ku li ser rêya şehîdan bin. Em ê li ber xwe bidin û nahêlin dijmin nêzî herêmê me bibin.  Em ji gelê xwe dixwazin ku piştgiriya me bikin.”

Şervanê bi navê Îbrahîm Neîme jî got: “Her tim malên sivîlan tên topbarankirin. Di vê dawiyê de ji ber topbaranê zarokek û kesek temenmezin birîndar bûn û zirarên madî çêbûn. Em amade ne li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin û em ê şêniyan biparêzin.”

Şervanê bi navê Deham Minbic jî ev yek piştrast kir: “Yê ku hêzê dide me, ew e ku em axa xwe ji dagirekriya Tirk diparêzin. Ev mafê me ye. Berdêl çi dibe bila bibe em amade ne vê mafê biparêzin.”

Dehma Minbic şênî muxateb girt û got: “Dewleta Tirk çi dike bila bike em xelkê xwe bi tenê nahêlin û em ê li eniyan bin.”

(şx)

ANHA