Rîhan Loqo: Rêbazê hedefgirtina jinan yek e

Rîhan Loqo piştrast kir ku sîstema desthilatar, jinên siyasetmedar û çalakgerên hiquqnas hedef digirin.

Rîhan Loqo: Rêbazê hedefgirtina jinan yek e
23 kanûn, 2021   08:36
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Têkildarî hedefgirtina jinan, Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Rîhan Loqo ji ajansa me re axivî û got dema behsa hedefgirtina siyasetmedarên jin tê kirin, wê demê behsa hedefgirtina jinên Kurd tê kirin, nexasim li Kurdistanê û Rojhilata Navîn.

Endama Koordînasyonê da zanîn ku sedema hedefgitina siyasetmedarên jin ên ku parastina nasnameya kurdî kirin û û hewl didin gelên herêmên azadiya xwe bi dest bixin, ji ber ku jinê asta têkoşîna xwe li dijî zihniyeta baviksalarî û sîstema kapîtalizmê bilind kiriye, lewra tê hedefgirtin.

Rîhan Loqo diyar kir ku jin di dîroka têkoşîna xwe de ji bo bidestxistina mafên xwe yên di civakê de, rastî gelek cureyên tundiya bedenî û derûnî hatiye.

ꞌJINÊN KURD BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK TÊNE REVANDIN Û QETILKIRINꞌ

Rîhan Loqo nirxandina xwe wiha domand: "Sîstemên kapîtalizm ên ku dixwazin hebûna xwe li Kurdistanê bi zorê ferz bikin, hemû cureyên tundiyê bi kar tînin da ku di civakê de nasnameya jinan biçewisîne."

Rîhan Loqo bi domdarî got: "Jina Kurd erka pêşengtiya têkoşîn û berxwedanê girt ser milên xwe û bê navber li ser asta cîhanê li dijî vê sîstemê li ber xwe dide. Di serî de dewleta Tirk a dagirker ku li dijî jinan sûc pêk anîn, jin revandin û bi awayekî sîstematîk siyasetmedarên jin kuştin. Ev hemû dikevin çarçoveya sûcên şer."

12`ê Cotmeha 2019`an piştî êrişên artêşa Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî komên çeteyên bi navê "Ehrar El-Şerqiyê" yên girêdayî artêşa Tirk Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef li ser rêya M4 şehîd xist.

ꞌRÊBAZÊ HEDEFGITINE YEK Eꞌ

Endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo got, jinan baweriya xwe bi fikr û felsefeyeke diyarker anîn û ji bo parastina ziman, çand û hebûna xwe şer kirin.

22`yê Hezîrana 2020`an artêşa Tirk bi balafirên bêmirov mala welatiya bi navê Emîne Weysî kir hedef. Di encamê de endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Zehre Berkel û endama Rêveberiya Kongra Star Hebûn Mele Xelîl û xwediya malê şehîd bûn.

Li Bakurê Kurdistanê jî desthilata Tirk siyasetmedar û hiquqnasan dike hedef. Ji wan parlamantera HDP`ê û sembola têkoşîn û berxwedana jinan Leyla Guven ku gelek caran bi tawanên bêbingeh hate girtin.

Rîhan Loqo da zanîn ku rêber Abdullah Ocalan digot; "Beriya derketina Tevgera Azadiyê dihat gotin ku jina Kurd nezan û paşketî ye." Lê îro piştî derketina Tevgera Azadiyê ya bi serkêşiya rêber Abdullah Ocalan û Şoreşa Rojava ku bi navê Şoreşa Jinan hate naskirin, jinên Kurd di aliyên siyasî, leşkerî, rêxistinî û dîplomatîk ve ji tevahiya jinên cîhanê re bûne sembola berxwedanê.

ꞌDIVÊ HESAB JI TIRKIYÊ WERE XWESTINꞌ

Rîhan Loqo destnîşan kir ku sûcên ku dewletên kapîtalîzim û dagirkerên Kurdistanê pêk anîne, dermirovî ne û qanûnên NY`yê bi pê dikin.

Endama Koordînasyona Kongre Star a Rojava îşaret pê kir ku aliyên li hember binpêkirin û sûcên derheqê jinên Kurdistanê bê deng in, şirîk in û wiha dewam kir: "Naxwazin jin sembola civak û azadiya civaka xwe be û nasnameya xwe biparêze."

Rîhan bang li hemû jinên cîhanê kir ku li dijî sûcên derheqê jinan asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin, xwe bi rêxistin bikin û parastina destkeftiyên şoreşa xwe bikin, her wiha civakeke azad ava bikin. Rîhan Loqo bi gotineke rêber Abdullah Ocalan axaftina xwe bi dawî kir: "Jina azad dikare malbatekê azad bike û bi malbateke azad em ê civakeke azad ava bikin."

(eh)

ANHA