​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em ji xaka xwe dernakevin û divê dewletên garantor bi erkên xwe rabin’

Şêniyên bajarokê Zirganê teqez kir ku tevî topbaranên bênavber ên li dijî bajarok û wêrankirina malan ew ji mal û xaka xwe dernakevin û bang li dewletên garantor kir ku bi erkên xwe rabin, destwerdanê bikin û êrişên dagirkeriya Tirk rawestînin.

​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em ji xaka xwe dernakevin û divê dewletên garantor bi erkên xwe rabin’
​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em ji xaka xwe dernakevin û divê dewletên garantor bi erkên xwe rabin’
​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em ji xaka xwe dernakevin û divê dewletên garantor bi erkên xwe rabin’
​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em ji xaka xwe dernakevin û divê dewletên garantor bi erkên xwe rabin’
​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em ji xaka xwe dernakevin û divê dewletên garantor bi erkên xwe rabin’
​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em ji xaka xwe dernakevin û divê dewletên garantor bi erkên xwe rabin’
​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em ji xaka xwe dernakevin û divê dewletên garantor bi erkên xwe rabin’
23 kanûn, 2021   07:23
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Di du rojên borî de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregehên xwe yên li gundên Bab El-Xêr û Dawûdiyê yên dagirkerî bi dijwarî bajarokê Zirgan û gundên wê yên bakur, başûr û rojava topbaran kirin.

Êriş li ser gundên Esediyê, Rebîat, Mihermele, Til Emîr, Mezre, Til Werd, taxên rojavayê bajarok û sûka wê pêk hatin. Her wiha bajarok bi gelek top û mûşekan hedef girtin. Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara topan zêdetirî 60 bû. Di encamê de 4 sivîl şehîd bûn; ji gundê Rebîat, Melka Ehmed El-Îd (30), dayika wê Fesle El-Îd (60) û ji gundê El-Esediyê Salih Hemîd û Mihemed Xêr Elyan. Ji wê zêdetir jî gelek zirarên mezin bi mal û milkên şêniyan bûn.

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî Zirganê de zirarên mezin bi mal û milkên sivîlan bûn.

Girêdayî mijarê ajansa me bi gelek şêniyên Zirganê re ku malên wan ji bo topbaranê hatin wêrankirin civî.

Welatiyê bi navê Ebdulezîz Şewax El-Keno yê ji Zirganê wiha got: "Ji saetên nîvro heta saetên derengiya şevê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê navçeya Zirganê topbaran kirin. Ji ber topbaranê em em neçar man ji malên xwe biterikînin."

El-Keno wiha domand: "Zêdetirî 6 mûşekan li mala min ketin, di encamê de mal bi temamî hate wêrankirin. Li hemberî peymana agirbestê dewleta Tirk a dagirker sûcan pêk tîne."

El-Keno bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku zextê li dagirkeriya Tirk bikin ku êrişên xwe rawestîne, da ku şênî vegerin mal û xaka xwe.

Li aliyekî din jî Emîne El-Ehmed ji Zirganê wiha got: "Ji 30 salî ve em di vê malê de dijîn, me bi keda xwe ava kir. Di çend saetan de dagirkeriya Tirk wêran kir."

Emîne El-Ehmed wiha domand: "Ji ber topbaranê mala me ji binî de hat wêrankirin û tu alavên kehrebê, nivîn û pêdiviyên malê neman, hemû hatin şikandin û wêrankirin."

Emîne El-Ehmed teqez kir ku tevî topbarana dijwar û bênavber ew ji malên xwe dernakevin û dê buha çi dibe li malên xwe bin.

Welatiyê bi nave Mehmûd Mihemed El-Hisên ê ji Zirganê jî ev tişt anî ziman: "Dagirkeriya Tirk bi hemû cureyên çekên giran û bi awayekî bêserûber bajarokê Zirgan û gundên wê, gundên Til Temirê bi taybet cihên tê de şênî hene, topbaran kirin."

Mehmûd Mihemed El-Hisên wiha anî ziman: "Gunehê şêniyan çi ye, ka rêxistinên navneteweyî û mirovî, ew tevahî sûc li pêş çavên wan tên kirin."

El-Hisên got, ka garantorê rûsî li hember agirbestê û herêm ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî tên topbarankirin û wiha domand: "Heke çeteyên dagirkeriya Tirk muxaleftên sûrî bin, sûriyan topbaran nakin."

El-Hisên bang li aliyên têkildar û dewletên garantor mîna Rûsya û Amerîka kir ku sûcên dagirkeriya Tirk rawestînin û sînorekê jê re deynin da ku ewlehiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê neyê binpêkirin.

Mehmûd El-Hisên wiha bi dawî kir: "Tevî sûc û topbaranên bênavber li dijî bajarok jî ew li mal û xakên xwe ne."

(fr)

ANHA