Dagirkeran 3 hemwelatiyên din li Zirganê birîndar kirin-HATE NÛKIRIN

Ji ber topbaranên bênavber ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Zirgan û gundên wê, vê êvarê 3 hemwelatiyên din ên ji Zirganê birîndar bûn, bi wê re îro 7 hemwelatî birîndar bûn.

Dagirkeran 3 hemwelatiyên din li Zirganê birîndar kirin-HATE NÛKIRIN
22 kanûn, 2021   21:49
HESEKÊ

Di enama topbaranên bênavber ên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî bajarokê Zirgan û gundên wê 3 hemwelatiyên din ên ji Zirganê birîndar bûn û navên wan wiha ne; Cemîl El-Îsa, Beşar Îsmaîl El-Îsa, Xidir Ehmed Ugle. Ew rakirin nexweşxaneyên Diribêsiyê.

Beriya çend kêliyan di encama topbarana li dijî Zirgan û gundên wê de, hemlwelatiyên bi navên Beşîr Etêwî, Ebdulkerîm El-Hamid, Fatme Elî Mehbûb û Seîd Fetah birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyên Dirbêsiyê.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran bajarokê Zirganê, malên hemwelatiyan, gundê Dada Ebdal ê li bakurê rojavayê bajarokê Rebîat û gundê Muheremê topbaran dikin.

(fr)

 ANHA