6 birîndarên êrişa li ser Zirganê li nexweşxaneyên Qamişlo ne- HATE NÛKIRIN

6 birîndarên êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Zirganê gihaştin nexweşxaneyên bajarê Qamişlo.

6 birîndarên êrişa li ser Zirganê li nexweşxaneyên Qamişlo ne- HATE NÛKIRIN
21 kanûn, 2021   19:17
QAMIŞLO

Ji birîndarên êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser bajarokê Zirganê, 6 kes gihaştin Nexweşxaneya Fereman û Nexweşxaneya Nafiz ên Qamişlo. Rewşa hin birîndaran giran e.

/ar/uploads/files/2021/12/21/193553_img_942922222.webp

Birîndar ev in: Roza Diyab (35) ji bajarokê Zirganê ye, Elî Îd (45), Cûdî Elî Îd (4), Ehmed Îd (11), Cûdî Îd (12) ji gundê Rebîat in û Mihemed Xêr Elyan (58) ji gundê Esediyê ye.

Ji ber êrişên dijwar ên li ser Zirganê 3 welatî şehîd bûn û gelek birîndar bûn.

ANHA