Li Til Temirê du leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn

Li gundê Um El-Kêf ê Til Temirê, 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de birîndar bûn.

Li Til Temirê du leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn
21 kanûn, 2021   18:19
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji qadê ragihand ku di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundê Um El-Kêf ê dikeve rojavayê navenda navçeya Til Temirê, du leşkerên hêzên hikumeta Şamê yên ji "Foca 5'' birîndar bûn.

Navên leşkerên birîndar Mihemed Kûsa û Fadî Seman ne û rakirin nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a li Til Temirê.

ANHA