Di êrişên li ser Zirganê de welatiyekî din şehîd bû

Di encama êrişên li ser gundên Zirganê de welatiyekî din şehîd bû.

Di êrişên li ser Zirganê de welatiyekî din şehîd bû
21 kanûn, 2021   17:39
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Esediyê yê dikeve rojavayê bajarokê Zirganê yê kantona Hesekê jî daye ber topan. Di encamê de welatiyê bi navê Salih Hemîd El-Hisên (60) ku bi giranî birîndar bibû, li Nexweşxaneya Gel a bajarokê şehîd bû.

Hejmara welatiyên ku ji ber êrişên li ser gundên Zirganê şehîd bûne gihaşt 3'yan; Melka Ehmed Îd (30) dayika wê Fesla Îd (60) û Salih Hemîd El-Hisên (60).

/ar/uploads/files/2021/12/21/172509_whatsapp-image-2021-12-21-at-7.13.29-pm.webp

Her wiha 4 welatiyên din birîndar bûn; Ehmed Mihemed El-Faris (50), Cûdî Îd (4), Cûrî Îd (11) û Ehmed Îd (8).

Ji ber topbaranê 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê jî birîndar bûn.

Leşkertên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji nuqteyên xwe yên gundên Bab El-Xêr û Dawudiyê yên dagirkirî, gundên Esediyê, Rebîat, Mehremla, Til Emîr, Mezra, Til Werd û taxên rojavayê navenda bajarojê Zirganê û sûka wê bi dijwarî topbaran dikin.

ANHA