Akademiya Jineolojî pirtûka xwe ya nû da nasandin

Akademiya Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şahiyekê pirtûka xwe ya "Bingehên dîrokî û siberoja şoreşa jinê" da nasandin.

Akademiya Jineolojî pirtûka xwe ya nû da nasandin
21 kanûn, 2021   17:22
QAMIŞLO

Akademiya Jineolojî hewl dide zanista jinê ya di dirêjahiya dîrokê de yên di tevahî civakên de bi rêya lêkolînên li ser dîrok, civak, çandê û hwd bide nasîn.

Akademiyê bi şahiyekê pirtûka xwe ya "Bingehê dîrokî û siberoja şoreşa jinê" da nasandin. Şahî li Baxçeyê xwendinê yê Qamişlo bi amadebûna bi dehan endamên saziyên siyasî, çandî, hiqûqî, civakî û jinan hate lidarxistin.

Pirtûka "Bingehê dîrokî û siberoja şoreşa jinê" ji 613 rûpelan pêk tê û bi zimanê kurdî ye.

Pirtûka ku ji 2016’an ve xebat li ser tê kirin, di naveroka xwe de li bersivên 4 pirsan digire. Zêdetirî 360 jinên ji tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersivên van pirsan didin ku sûdê ji qonaxên jiyan û tecrûbeyên tê re derbas bûne wergirtine.

Akademiyê di dema lêgerîna li ser zanista jinê de bi gelek kesayetên leşkerî, siyasî, çandî û civakê yên herêmê re nîqaş kir ku analîzeke hûrgil li ser dîroka şoreşa jinê di civaka xwezayî de û heta Şoreşa Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxe.

Pirtûka bersiva wan 4 pirsan dide ku (bingehên şoreşa duyemîn a jinan li Mezopotaymayê ye, çavkaniyên ku pirsgirêkên civak û jinên bi taybet ên li Rojava tên çareserkirin, asta bandora şoreşa Kurdistanê li jiyana jin û civakê, texmîn û bangên jinên Rojava di pêşerojê de)

Endama Akademiya Jineolojî Şervîn Nûdem li ser naveroka pirtûka "Bingehê dîrokî û siberoja şoreşa jinê" axivî û got, piştî gelek analîz û lêkolînên girêdayî sosyolojiya azadî û rastiya jinên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin kirin, ev pirtûk hat çapkirin.

Şervîn Nûdem da zanîn ku pirtûka nû çavkaniya lêkolînên zanistî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha domand: "Pirtûk, serdema neolotîk an jî civaka xwezayî weke şoreşa destpêkê ya jinan şîrove dike ku dîroka wê bi pirrengiya çand, ol û civakan heta dîroka îro berdewam dike."

Şervîn Nûdem diyar kir ku di pirtûkê de beşên civakî û jinan hene ku li ser ferzkirina zihniyeta mêrdestî, bandora wê li demokrasî, azadiya civakan di damezrandina neteweperestiyê de, parçekirina erdnîgariya Rojhilata Navîn û çawaniya çareserkirina wê diaxive.

Di beşa sêyemîn de pirtûk balê dikişîne ser bandora şoreşa Kurdistanê di damezrandina Tevgera Azadiya Kurdistanê li jin û civakê bi giştî de, her wiha balê dikişîne ser destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê. Beşa dawî jî hêviyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên pêşerojê nîşand dide.

Di dawiya şahiya îmzekirina pirtûkê de beşdar ji bo wergirtina pirtûkê hatin vexwendin.

(fr)

ANHA