​​​​​​​Li Zirganê du jin şehîd bûn, 3 zarok  birîndar bûn- HATE NÛKIRIN

Di encama êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li dijî gundê Rebîat ê Zirganê de du jin şehîd bûn û 3 zarokên bira birîndar bûn.

​​​​​​​Li Zirganê du jin şehîd bûn, 3 zarok  birîndar bûn- HATE NÛKIRIN
21 kanûn, 2021   16:57
HESEKÊ

Çavkaniyan ji ANHA'yê re diyar kirin ku di encama topbarana dagirkeran a li gundê Rebîat ê Zirganê de,  ji malbatekê jina bi navê Melka Ehmed Îd (30) û dayika wê Fesla Îd (60) şehîd bûn. Her wiha Cûdî Îd (4) Cûrî Îd (11) û Ehmed Îd (8) birîndar bûn.

/ar/uploads/files/2021/12/21/170117_317d7fd1-a607-4f70-9b4c-4f36a08a75d0.webp

Çavkaniyan gotin, 3 endamên hêzên hikumeta Şamê li bajarokê birîndar bûn. Ji ber topbarana dijwar ambulans nedikarî xwe bighîne birîndaran.

ANHA