Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser teqîna  li Hesekê daxuyanî da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, hêzên wan lêpirsîna têkildarî motorskleta bombebarkirî ku li nêzî dermanxaneya El-Nûr a li taxa Xiwêran a başûrê bajarê Hesekê teqiya, berdewam dike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser teqîna  li Hesekê daxuyanî da
19 kanûn, 2021   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî teqîna ku îro li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê rû da daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Kesên nenas ên girêdayî aliyên dijber motorskletek bombebarkirî li nêzî dermanxaneya El-Nûr a li taxa Xiwêran a başûrê bajarê Hesekê teqandin, di encamê de du kes birîndar bûn. Hêzên me yekser ew rakirin nexweşnayên nêzîk, her wiha dest bi hemleya paqijkirinê kirin û li sûcdaran geriyan da li ser vî kiryarekî terorîst û girêdana wan a bi aliyên dijbertiya gel û herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, were cezakirin

Em soz didin hemû pêkhateyan ku em ê her tim amade bin û bixebitin da ewlehî û aştî li tevahiya herêmên me were misogerkirin. Di dawiyê de dibêjin, hewldanên aliyên terorîst û dijber ên xerabkirin û derxistina fitneyan dê me dûrî armanc û xwesteka me ya parastina gelê xwe û mal û milkên wan dûr nexe."

(eh)

ANHA