​​​​​​​'Armanca me têkiliyan bi hemû rêxistinên jinan  re  xurt bikin'

Endama Desteya Rêveber a Nûnertiya Kongra Star a Başûrê Kurdistanê Silava Silêman diyar kir ku armanca hevîdtinên wan ên bi rêxistinên jinan ên Başûrê Kurdistanê re ew e ku têkiliyan bi jinên Kurd û jinên li ser asta herêmî û cîhanê de xurt bikin.

​​​​​​​'Armanca me têkiliyan bi hemû rêxistinên jinan  re  xurt bikin'
​​​​​​​'Armanca me têkiliyan bi hemû rêxistinên jinan  re  xurt bikin'
​​​​​​​'Armanca me têkiliyan bi hemû rêxistinên jinan  re  xurt bikin'
20 kanûn, 2021   01:38
NAVENDA NÛÇEYAN – SILAVA EBDUREHMAN

Nûnertiya Kongra Star a Başûrê Kurdistanê hewl dide têkiliyanên xwe yên dîplomasî bi rêxistinên jinan ên li Başûrê Kurdistanê xurt bike da ku deng û rengê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku nûnertiya şoreşa dikin,  bighîne derve.

8`ê Kanûnê, Nûnertiya Kongra Star a li Başûrê Kurdistanê  serdana Saziya Jiyan a Mafên Mirovan, Rêxistina Xanzad a Çand û Civakî û Rêxistina Dabîn a Geşkirina Demokratîk û Mafên Mirovan kirin.

Şandeya Kongra Star ji rêveberên Kongra Star Lêman Şiwêş, endamên desteya rêveber a nûnertiyê Silava Silêman, Dilvîn Ehmed, nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nûrşan Hisên û endama desteya rêveber a nûnertiya Rêveberiya Xweser Ziheya Al Reşî pêk dihat.

Têkildarî armanca serdanan û nîqaşên ku hatine kirine endama Desteya Rêveber a Nûnertiya Kongra Star a li Başûrê Kurdistanê Silava Silêman pirsên me bersivand.

Hevpeyvîn wiha ye:

Ev demeke Kongra Star di aliyê dîplomatîk de bi rêxistinên jinan re di nava pêwendiyê de ye û serdanan li ser asta herêmî û navneteweyî pêk tîne. Gelo hûn dikarin me têxin çarçoveya nîqaşên ku di navbera we û aliyên ku hûn ji aliyê wan ve hatin pêşwazîkirin de?

Destpêkê, Komîteya Têkilî û Lihevkirinên Demokratîk yek ji komîteyên Kongra Star e ku di sala 2013`an de hate avakirin. Xwezaya xebatê komîteyê li ser esasê avakirina têkilî û hevaltiya bi rêxistin û kesayetên jin, siyasetmedar, rêxistinên civaka sivîl, civakên ku banga azadî û demokrasiyê dikin e da ku reng û dengê şoreşa jinê ya Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê bighîne derve. Şoreşa jinê û berdêlên ku jinan li hember hêzên tarî dane, bi efsaneyên xwe yên lehengiyê li ser asta cîhanê tê naskirin.

Projeya neteweya demokratîk  ku alternatîfa pergalên desthilatdar û dewletên neteweperest in, bi nûnertiya hemû pêkhate, mezheb û nijadan bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  a Bakur û Rojhilatê Sûriyê modeleke xweser a demokratîk a bêhempa ye. Taybetmendiyên herî girîng ên vê projeyê rola aktîv a jinan di rêveberiyê de, sîstema hevseroketiyê û beşdarbûna jinan di avakirina biryar, jiyana siyasî û civakî de ye. Di vê projeyê de rêjeya beşdarbûna jinan di tevahî deste û rêveberiyan de ji sedî 50 ye. Ji wê zêdetir rola wan di qada siyasî, dîplomasî û leşkerî de sereke ye.

YPJ`ê li hemer xetertirîn rêxistinên terorîst di cîhanê de şer kir. Wekî nûnertiyên Kongra Star ên li derve, di nav de nûnertiya li Başûrê Kurdistanê, parastina destkeftiyan û ragihandina rastiya têkoşîna jinan ji derve re erkên me yên sereke ne. Ji ber vê yekê bi dehan kesayetên jin hatin herêmê da ku vê tercrûbyê nas bikin û sûdê jê bigirin.

Gelek kesayetên jin ên enternasyonalîst tev li  YPJ û gelek saziyên jinan li Rojava bûn da ku vê tecrubeyê bibin welatê xwe  û bi vê yekê ev destkeftî bibin mîrata têkoşîna jina azad li ser asta cîhanê. Her wiha Kongra Star dixebite da ku têkiliyên hundirîn xurt bike. Em hewl didin xwe bighînin her jinek li Sûriyê û li ser asta Rojhilata Navîn. Ji ber ku divê asoyên vê tecrubeyê berfireh dibin ku karibe civakê bi rêve bibe û sîstemeke demokratîk ji Rojhilata Navîn re ava bike. Ji ber wê jî têkoşîna hevbeş dikare guhertinan pêk bîne û dikare hemû baweriyên paşketî biguherîne. Ji ber ku doza jinê li sera asta cîhanê yek e. Sûdgirtina ji tecrubeyan ji bo me pir girîng e. Lew re hevdîtin têne kirin û beşdarbûna di kongre, penelên jinan li ser asta herêmî û cîhanî tê kirin. Li ser vî esasî nûnertiyên Kongra Star li Başûrê Kurdistanê, Lubnan û Ewropayê hatin vekirin.

Wekî ku min berê jî gotiye, danasîna mekanîzmeya xebatê ya Kongra Star û nimûneya wê, çawaniya rêxistinkirina jin di nava komîn, meclis, akademî, kooperatîf û komîteyên girêdayî wê de, zehmetiyên ku di nava şoreşê de rastî jinan tên, rola girîng û pêşeng a jinan di pêkanîna nimûneya demokratîk û parastina jîngeh û azadiya zayendî de bingehîn nîqaşên me ne. Her wiha rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hevdîtinên me de tên nîqaşkirin.

Li aliyekî din  jî belgekirina sûcên ku li dijî jinan bi giştî û yên li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin erka me ye. Her wiha em bala cîhanê bikişînin ser rewşa jinan li herêmên me, dosyayên belgekirî radestî aliyên pêwendîdar bikin da ku zextê li civata navneteweyî bikin û hesab ji sûcdaran bixwazin, destekê bidin projeya ku em banga wê dikin û ew jî neteweya demokratîk e.

We li Başûrê Kurdisetanê serdana rêxistinên jinan kir, hûn dikarin rewşa jinan bi giştî û destkeftiyên ku li wir bidest xistine binirxînin?

Nabe em rewşa jinan li parçeyekê bêyî ya din binirxînin, ji ber ku doza jinan yek e û zihnetiya ku jinan dike hedef li her derê yek e, lê rêbaz cûda ne. Hîna tundî li ser jinan tê kirin, li ser vê yekê pêşxistina xebata hevbeş girîng e.

Kongra Star dibîne ku berpirsyariya wê ya dîrokê avakirina yekitiya neteweyî li ser asta Kurdistanê ye û divê bi awayekî aktîv beşdarî xebatên avakirina yekitiya neteweyî di navbera hemû hêzên siyasî yên kurdî de bibe. Di heman demê de ji bo têkoşîna hevpar û yekitiya neteweyî bi hemû rêxistinên jinan ên Kurd re bixebite da ku karibe bandorê li biryara siyasî bike ya ku daxwazên gel bêyî ketina li pey berjewendiyên partiyetî yên teng ên ku xizmeta doza kurdî nake, bi cih bîne. Beşdarbûna Kongra Star di kongreyên neteweyî yên yekemîn û duyemîn ên jinên Kurd de ku li Bakur û Başûrê Kurdistanê hatibûn lidarxistin çakakî bû. Niha di komîteya amadekar a lidarxistina kongreya duyemîn de dixebite.

Dixwazim îşaretê pê bikin ku nûnertiya Kongra Star a li Başûrê Kurdistanê nûnertiya yekemîn a Kongra Star e ku li derveyî Rojava hate vekirin.  Armanca wê jî ku nêzîkatî di nêrînên jinan li ser asta Kurdistanê de çêbibe û sûdê ji tecrubeyên hev bigrin, her wiha sînor ji tundiya li dijî jinan re daynin. Ji ber ku doza jinan yek e û çi jina ku rastî tundiyê tê em xwe berpirsên vê yekê dibînin. Ji ber wê jî weke nûnertiyê beşdarbûneke me ya çalak di hemeleyên li dijî tundiya li ser jinan de û xebatên ku tundiyê kêm bikin bi rêxistin û saziyên jin li Başûr re heye.

Gelek şandeyên jinan ên ji Başûr serdana Rojava kirin, her wiha tev li pêngavên jinan ên piştevaniya şoreşa Rojava û parastina wê bûn.

Di van serdana de we çi bidest xist, gihaştin çi û di dawiya serdana de we îşaret bi çi kir?

Doza jinê yek e, girîngiya pêşxistina têkiliyan û berdewamiya pêwendiyê, xurtkirina xebatê hevbeş erka me teva ye. Herî dawî jî gelek hevdîtinên me bi rêxistinên jinan ên li Başûr re hebûn. Di wan hevdîtinan de teqezî li ser vê xalê hate kirin; em hemû ji bo bidestxistina mafên xwe, xurtkirina têkiliyan, pêşxistina derfetan, parastina destkeftiyan, peydakirina ewlehiyê ji jinan re da ku li hember hemû zehmetiyan bisekine, rêxistinkirina jinan di nava civakê de, têkoşîna li hember hemû cûreyên tundiya li ser jinan, girîngiya beşdarbûna jinan di biryargirtinê de tê dikoşin. Jin li Rojava li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ`ê şer kir. Em şerê fikirên radîkal û hemû fikirên jehirkirî ku jinan dûrî mafên wê dixe, dikin. Armanca me îro xurtkirina têkiliyên di navbera jinên Kurd û jinên li ser asta cîhanî û herêmî ye da ku em yek deng bi yek armancê bin.

(bx)

ANHA