Ji bo pêşxistina qada tenduristiyê li herêma Cizîrê biryarên girîng

Civîna salane ya Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê bi girtina gelek biryaran bi dawî bû.

Ji bo pêşxistina qada tenduristiyê li herêma Cizîrê biryarên girîng
19 kanûn, 2021   17:17
QAMIŞLO

Vê sibehê, civîna salê ya Desteya Tenduristî ya herêma Cizîrê bi beşdariya 100 nûnerên ji saziyên tenduristiyê yên herêmê û nûnerên ji Rêveberiya Xweser li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo dest pê kir. Di civînê de rewşa tenduristiyê ya herêma Cizîrê hat nîqaşkirin. Karên ku di 2021’an de pêk hatine û astengiyan li hember wan, bandorên girtina deriyên sînor li hember rewşên tenduristî û mirovî hatin destnîşankirin.

Civîn bi gelek biryarên girîng bi dawî bû. Ji wan biryaran;

-Destekdayîna navendên tenduristiyê erkên pêşîn ên Desteya Tenduristiyê ye.

-Alav û pêwîstiyên tenduristiyê yên li navendên tenduristiyê werin jimartin.

-Li gorî sazûmaniya rêxistinî xebat were kirin û rêbazê xîtabê di nav saziyên desteyê de were meşandin.

-Ji bo hemû navendên tenduristiyê bernameyeke bi arşîv were danîn.

-Li tevahî nexweşxaneyên herêma Cizîrê bernameyeke yekbûyî ya xebatê were danîn.

-Di navbera nexweşxaneyên leşkerî û Heyva Sor a Kurd de koordîne were zêdekirin.

-Karkerên desteya tenduristiyê di dewreyên perwerde, fikirî, rêvebertî û tenduristiyê re derbas bibin.

-Komîte bi yekitî, gerînendet û kantonan re werin avakirin ku ruxsetên hatine dayîn werin şopandin.

-Divê li tevahî navendên tenduristiyê sendoqên giliyan werin danîn û şopandin.

-Komîteyên şopandinê yên gerînendetiyan werin şopandin û piştevanî ji wan re ji bo xebatê werin dayîn.

(fr)