Şehîd Hemze Tolhildan bi merasîmeke bi heybet hate bibîranîn

Hemze Tolhildan di salavgera yekemîn a şehadeta xwe de bi merasîmeke bi taybet ji aliyê bi sedan şêniyên Hesekê, Reqa û Dêrazorê ve hate bibîranîn.

Şehîd Hemze Tolhildan bi merasîmeke bi heybet hate bibîranîn
Şehîd Hemze Tolhildan bi merasîmeke bi heybet hate bibîranîn
Şehîd Hemze Tolhildan bi merasîmeke bi heybet hate bibîranîn
Şehîd Hemze Tolhildan bi merasîmeke bi heybet hate bibîranîn
Şehîd Hemze Tolhildan bi merasîmeke bi heybet hate bibîranîn
Şehîd Hemze Tolhildan bi merasîmeke bi heybet hate bibîranîn
Şehîd Hemze Tolhildan bi merasîmeke bi heybet hate bibîranîn
Şehîd Hemze Tolhildan bi merasîmeke bi heybet hate bibîranîn
19 kanûn, 2021   16:59
HESEKÊ

Şêwirmendê Meclîsa Sivîl a Dêrazorê û endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Dawûd Hec Elî (Hemze Tolhildan) 19'ê Kanûna 2020'an ku dema erka xwe li Dêrazorê bi cih dianî şehîd bûbû.

Hemze Tolhildan di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de li ser gora xwe li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê ya bajarê Hesekê bi merasîmeke bi heybet hat bibîranîn. Bi sedan şêniyên Hesekê, Reqa û Dêrazorê beşdarî merasîmê bûn.

/ar/uploads/files/2021/12/19/141021_njah-dawd-waldh-alshhyd.webp

Di merasîmê de dayika şehîd Hemze Tolhildan, Necah Dawûd axivî û wiha got: "Ji ber baweriya kûr a kurê min bi şoreşa azadiyê ya ku rêberê neteweya demokratîk Abdullah Ocalan bi rê ve dibe, şehîd bû. Piştî komploya navneteweyî ya li dijî rêbertî, kurê min tev li refên tevgera azadiyê bû. Hemze ji bo bersivdana siyasetên çewisandinê yên dewleta Tirk a dagirker û baweriya bi têkoşîna çêkdarî ya ber bi azadiyê ve tev li refên tevgera azadiyê bû û gihaşt asta şehadetê."

Necah Dawûd wiha domand: "Şehîd Hemze di jiyana xwe de bi rêxistin û dîsplîn bû û her kesê ew didît jê hez dikir û ev girseya gel nîşaneya vê yekê ye."

/ar/uploads/files/2021/12/19/141000_mhmdalrjb-hzb-swrya-almstqbl.webp

Li aliyekî din jî Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Mihemed El-Receb wiha got: "Em îro li vir bi nîşaneya neteweyî û rûmetê pîroz dikin, her wiha dengê xwe bilind dikin ku em kadaroyên tevgera azadiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û me alên netewe û rûmetê bi saya şehîdan bilind kiriye. Ew al bi saya Hevrîn Xelef, Omer Elûş, Merwan Fitêh û şehîd Hemze hatiye bilindkirin."

El-Recep soza şopandina xeta şehîdan ta avakirina sûriyeke azad û demokratîk da.

/ar/uploads/files/2021/12/19/140925_alshykh-thyab-aljylat-dyralzwr.webp

Li ser navê Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Şêx Ziyab El-Cîlat wiha got: "Şêniyên Dêrazorê kesayeteke welatparêz  winda kir. Em ji Dêrazorê hatine da ku soza xwe bi şehîd re nû bikin ku em ê li ser xeta wî bimeşin."

El-Cîlat da zanîn ku divê li hember kesên hewl didin welat û ewlehiya herêmê têk bibin hevgirtî bin.

/ar/uploads/files/2021/12/19/140943_fatmh-mrwan-ljnh-almrah-dyralzwr.webp

Li ser navê Komîteya Jinan a Dêrazorê Fatme Merwan axivî û îşaret bi rola şehîdan a avakirina Rêveberiya Sivîl a Xweser a li Dêrazorê kir.

Piştre sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Hemze hate pêşandan.

(fr)

ANHA