Li kampa Holê êriş: 3 iraqî birîndar bûn

Li kampa Holê êriş pêk hat, di encamê de 3 penaberên Iraqê birîndar bûn. Bi vê yekê îsal hejmara birîndarên li kampê digihêje 43 kesan.

Li kampa Holê êriş: 3 iraqî birîndar bûn
19 kanûn, 2021   17:48
HESEKÊ

Li  beşê sêyemîn ê taybet bi penaberên Iraqê ya kampa Holê du kesan lêdan xwarin. Yek ji wan di serê xwe de bi giranî birîndar bû. Li beşa duyemîn jî gule li iraqiyekî hate reşandin û bi birîndar bû.

Bi vê yekê îsal hejmara birîndarên li kampê digihêje 44`an.

Li gorî berpirsên ewlekariyê yên kampê, birîndarên iraqî yên li beşa sêyemîn Mûnzir Esad Elî û Omer Esad Elî ne û yê ku gule lê hate reşandin bi navê Mezher Cedan (31) ye.

Li gorî daneyên ANHA`yê, îsal li kampa Holê 128 kes hatin qetilkirin, 44 birîndar bûn û 13 kamp hatin şewitandin.

Li kampa Holê 75 hezar û 460 kes di nav 15 hezar û 603 malbatên iraqî û sûrî hene ku piraniya wan jin û zarok in, her wiha hejmara jin û zarokên DAIŞ`ê jî digihêje 8 hezar û 555`an ji 2 hezar û 529 malbatên ji 54 welatan.

(eh)

ANHA