​​​​​​​Şehîdên Komkujiya Hilêliyê hatin bîranîn

Şehîdên Komkujiya Hilêliyê, Yûsif Gulo û her du neviyên xwe Mihemed û Mezlûm di çilrojiya şehadeta xwe de û li cihê bûyerê ya li taxa Hilêliyê ya li bajarê Qamişlo hatin bîranîn.

​​​​​​​Şehîdên Komkujiya Hilêliyê hatin bîranîn
19 kanûn, 2021   16:07
QAMIŞLO

Îro 40 roj li ser bûyera Komkujiya Hillêliyê diqedin ku tê de kesayta welatparêz Yûsif Gulo û her du neviyên xwe Mihemed û Mezlûm hatin hedefgirtin. Di roja 9`ê Mijdarê de dewleta Tirk a qirker bi balafirên bêpîlot li taxa Hilêliyê û li pêşiya mala Yûsif Gulo êrişek pêk anî.

Bi boneya 40 rojiya her sê şehîdan, welatiyên bajarê Qamişlo tevî malbata Gulo li cihê ku bûyer kom bûn û merasîmeke li dar xist. Di merasîmê de bi dehan şênî, endamên Kongra Star, MSD, QSD, Partiya Yekitiya Demokartîk û saziyên civaka sivîl  hazir bûn.

Di merasîmê de wêneyên şehîd Yûsif Gulo, Mihemed Gulo û Mezlûm Gulo hatibûn rakirin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bê navber êrişên xwe li dijî Kobanê, Şengal û Rojava bi giştî dewam dike. Dewleta Tirk a qirker bi êrişên xwe sivîlan hedef digire mînaka wê ya herî nêz jî komkujiya Hilêliyê ye.

Şemsîxan Gulo wiha got: “Em ê heta dawî li pey şopa şehîdên xwe debin, soza me ya bi Rêber Apo û gelê bi rûmet re ew e parastina axa welatê xwe bikin.”

Paşê Îbrahîm Gulo birayê şehîd Yûsif Gulo jî axivî û da xuyakirin ku ew wek malbat soza xwe didin ku li hemberî topên dewleta Tirk a dagirker ti carî serê xwe natewînin û wiha got: “Heke xerabî her li ser serê Kurdan bin, madam jin, xort û zarokên Kurdan li ser xwîna şehîdên xwe sozan dikin."

Merasîm bi sloganên “Şehîd Namirin” , “Kujer Erdogan” û bi vêxistina mûman bi dawî bû.

(sb)

ANHA