Li Hecînê stratejiya 2022’yan hate nîqaşkirin

Meclisa Gel a Hecînê civînek ji şêniyan re li dar xist, tê de rewşa siyasî û rewşa xizmetguzarî hatin nîqaşkirin, her wiha encamên civîna duh a fermanariya QSD'ê ya bi meclisa leşkerî û sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hatin nîqaşkirin.

Li Hecînê stratejiya 2022’yan hate nîqaşkirin
19 kanûn, 2021   16:14
DÊRAZOR

Di civînê de endamên meclisên herêmê û malên gel ên rojhilatê Dêrazorê û gelek endamên Partiya Sûriya Pêşerojê amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Hevserokê Meclisa Gel a Hecînê Selah El-Selman bi xêrhatina beşdaran kir û encamên civîna ku bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî re û stratejiya 2022’yan şîrove kirin.

El-Selman wiha got: "Mezlûm Ebdî teqez kir ku têkildarî kêmkirina rageşiya li Sûriyê peymaneke navneteweyî heye û QSD’ê jî di nava vê peymanê de ye û bi kêmkirina rageşiyê pabend e ku aramiya herêmê misoger bibe. Di heman demê de Ebdî bal kişand ser hewldanên ji aliyê rejîma Sûriyê ve yên bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya herêmê. Lê ev yek jî şaneyên DAIŞ’ê çalak dikin û xeteriya wan zêde dikin. Her wiha Ebdî girîng da ku gurkirina operasyonên li dijî DAIŞ’ê û şaneyên veşartî ku yek ji strajiya wan a nû ya 2022’yan e."

El-Selman destnîşan kir ku Ebdî got: "Divê operasyonên têkoşîna li dijî kiryara qaçaqiyê ya li ser keviyên Firat û tevahî sînor û bang li Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ku xebata ji bo peydakirina ewlehî û aştiyê ji şêniyên Dêrazorê re bilind bikin." Li aliyekî din jî El-Selman da zanîn ku tevahî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo rewşê amade ne.

El-Selman behs merheleya pêş kir û wiha domand: "Dê hilijbartin pêk werin, jinûve sazûmaniya saziyên Rêveberiya Xweser werin avakirin, dê hevpeymana civakî, destûra Rêveberiya Xweser werin çêkirin, rola dozgerî aktîf bibe, edaleta civakî  were avakirin û rewşa xizmetguzarî bi giştî, bi taybet rewşa tenduristî were pêşxistin. Ev civîn ji bo civînên bê ye ku dê li ser astên saziyên herêma rojhilat werin organîzekirin da ku rewşên civakî, xizmetguzarî û ewlehî li herêmê werin pêşxistin, têkilî û hevkariya di navbera şênî û saziyên Rêveberiya Xweser de werin xurtkirin."

El-Selman diyar kir ku dê li ser çewtiyên di hin saziyan de çêbûne were sekinandin, bi taybet mijara gendelî, xurtkirina xebata rêveberiyê û sekna li hember êrişên dijwar ên li dijî Rêveberiya Xweser.

(fr)

ANHA