Berpirsê Rêveberiya Giştî ya Deriyan: Bêyî agahdarkirinê biryara girtina herdu deriyan dan

Berpirsê Rêveberiya Giştî ya Deriyên Sînor ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rodî Mihemed Emîn diyar kir ku rayedarên PDK'ê bêyî agahdarkirina wan bi biryara girtinê, deriyên Pêşxabûr û El-Welîd girtin.

Berpirsê Rêveberiya Giştî ya Deriyan: Bêyî agahdarkirinê biryara girtina herdu deriyan dan
19 kanûn, 2021   16:03
QAMIŞLO

Berpirsê Rêveberiya Giştî ya Deriyên Sînor ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rodî Mihemed Emîn di kongreyeke çapemeniyê de ku deriyê sînor ê Sêmalkayê hatibû lidarxistin, diyar kir ku rayedarên PDK'ê bêyî agahdarkirina wan bi biryara girtinê, deriyên Pêşxabûr û El-Welîd girtine.

Mihemed Emîn got: "Gelê Kurd bi tavahî dizane ku Kurdistan welateke, mêtîngeran û lihevkirinên nanveteweyî ew dabeşî çar parçeyan kirine. Ji ber vê yekê her parçeyeke Kurdistanê ji yên din cûda bûye û li gorî wê, nabe parçeyên din bikar bînin."

Mihemed Emîn her wiha got: "Ez ê pir kêfxweş bibama ku deriyên Pêşxabûr û Sêmalka li pêşiya her kesî bêyî astengî ji bo çûn û hatina Rojava û Başûrê Kurdistanê vekirîbana, ji ber ku Kurdistan yek e. Lê mixabin em îro li deriyê Sêmalkayê sekinî ne û daxuyanî didin ku derî ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve girtî ye."

Rodî Mihemed Emîn destnîşan kir ku  bi gelek sedeman ku berî hatine hazirkirin biryara girtina derî ji Rêveberiya Deriyê Pêşxabûr ve hatiye û çalakiya kon ji bo girtina derî kirin hincet.

Mihemed Emîn bal kişand ser çalakiya malbatên şehîdan a li deriyê sînor ê Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe yên ku di kemîna çekdarên PDK'ê de şehîd bûne û wiha domand: "Dayikên şehîdan gelek caran hewl dan hevdîtinan bi berpirsên Rêveberiya Deriyê Pêşxabûr û PDK'ê pêk bînin, lê red kirin. Her wiha Nivîsgeha Têkiliyan a Deriyê Sêmlkayê nameyek ji wan re şandin, lê Rêveberiyê Deriyê Pêşxabûr red kirin."

Mihemed Emîn daxuyaniyên hin dezgehên çapemeniyê yên ku îdia dikin ku sedema vedana kon li deriyê Sêmalkayê nizanin, rexne kirin û wiha got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê baş dizanin ku kon ji bo çi hatiye vedan. Divê ev dezgeh xebata xwe ya ragihandina rastiyan baş pêk bînin."

Têkildarî meşa ciwanan a 3 rojan a ji Qamişlo ber bi deriyê Sêmalkayê ku hezar û 300 ciwan tev lê bibûn, Rodî Mihemed Emîn diyar kir ku ciwanan ji bo piştevaniya malbatên şehîdan û bangên wan ên wergirtina cenazeyên şehîdan, çalekiyek demokratîk kirin.

Mihemed Emîn got, di dîmenan de diyar dibe ku hêzên PDK'ê êrişî ciwanan kirin dema ku gihaştin nîvê pirê û ciwan neçar man ku keviran bavêjin û got: "Avêtina keviran bû hincet da ku deriyê Pêşxabûr bigirin."

Berpirsê Deriyên Sînor ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi bîr xist ku di demên dawî de bi taybet di Adarê de, desthilata PDK'ê tedbîrên derbaskirinê welatiyan  giran kirine û gelek daxwaznameyên derbasbûnê red kirin.

Her wiha bal kişand ser belgeya derbaskirinê ya ku PDK'ê  di meha Adarê de derxistiye û got: "Di belgeya serlêdanê de agahiyên kesayetî yên giran ku ji zêdetirî 25 pirsan de pêk tê, hene."

Mihemed Emîn diyar kir ku piraniya kesên ku diçin Başûrê Kurdistanê kesên bi teman û yên nexweşên giran e û ev tişt diyar kir: "Ev kes piştî ku daxwaznameyên wan ji deriyê Sêmalka diçe Pêşxabûr bi hefteyan li bende dimînin heta ku daxwaznameyên wan ên derbasbûna Başûrê Kurdistanê werin qebûlkirin."

Rodî Mihemed Emîn bi domdarî got: "Piraniya daxwaznameyên mirovî yên çûna Başûrê Kurdistanê dihatin redkirin. Ji 100 daxwaznameyan zêdetirî 40 dihatin redkirin bêyî sedemên wê ji aliyê Rêveberiya Deriyê Pêşxabûr were zelalkirin. Kesên ku daxwaznameyên wan dihatin kirin bê sûc in."

Mihemed Emîn her wiha destnîşan kirin ku piraniya kesên ku dihatin redkirin, jin û zarok bûn û wiha pê de çû: "Rojnamevan dikare serî li Daîreya Koçberî û Pasaportan a li Qamişlo bide û navên kesên ku ji aliyê Rêveberiya Deriyê Pêşxabûr û PDK'ê ve hatine, bibîne. Ji wê zêdetir, rewşên nexweşiyan ên awaret jî hatin redkirin û sedema vê yekê nehatin diyarkirin."

Di dawiyê de Rodî Mihemed Emîn diyar kir ku deriyê Sêmalka ji aliyê Rojava ve vekirî ye û bang li PDK'ê kir ku nakokiyên siyasî nexin nav daxwazên gelên herêmê.

Li ser pirsa nûçegihanê me ya derbarê sedema girtina deriyê sînor de, Mihemed Emîn got: "Rêveberiya Deriyê Pêşxabûr tu daxuyaniyeke nivîskî yên agahiyên girtina derî neda Rêveberiya Deriyê Sêmlaka û sedemên girtinê û girtina deriyê El-Welîd li ser rûpela xwe nedane."

ANHA