Çeteyên dewleta Tirk ji hev vediqetin

Di nava çeteyên Ehrar El-Şerqiyê yên ku dagirkeriya Tirk destekê dide wan, nakokî derketin û di encamê de çeteyên Lîwa El-Mûntesir jê veqetiyan.

Çeteyên dewleta Tirk ji hev vediqetin
19 kanûn, 2021   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di nava çeteyên Ehrar El-Şerqiyê yên girêdayî dagirkeriya Tirk de nakokiyên hundirîn derketin.

SOHR'ê diyar kir ku hûrgiliyên van nakokiyên di navbera serçeteyên Tirkiyê de eşkere dibin. Çeteyên Lîwa El-Mûntesir a ser bi çeteyên Ehrar El-Şerqiyê ve, bi daxuyaniyeke fermî veqetîna xwe ragihand.          

Di nava çeteyên Ehrar El-Şerqiyê de nêzî 2 hezar û 500 çete hene ku piraniya wan ji herêmên rojhilatê Sûriyê ne, her wiha wekî yek ji navdartirîn komên çete li Tirkiyê tê binavkirin û di nav wan de serçeteyên ku berê çeteyên DAIŞ’ê bûn û hinek kesên Iraqî ne jî hene.

Nivîsgeha OFAC`ê di Hezîrana sala 2021'an de, ceza li çeteyên "Ehrar El-Şerqiyê" yên Tirkiyê sûc li dijî sivîlan pêk anîne, ferz kiribû, her wiha ceza li 2 serçeteyan jî ferz kiribû.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê got: "Ehrar El-Şerqiyê gelek sûcên kuştin, revandin, îşkencekirin û desteserkirina mal û milkên sivîlan, li dijî sivîlan bi taybet Kurdan pêk anîne. Van hemû binpêkirinan êşa gelên ku çend caran hatine koçberkirin, girantir dike."

(dx)