Li taxa Xiwêran a başûrê Hesekê teqîn

Li taxa Xiwêran a başûrê bajarê Hesekê motorsikletek hate teqandin, di encamê de du kes birîndar bûn.

Li taxa Xiwêran a başûrê Hesekê teqîn
19 kanûn, 2021   13:15
HESEKÊ

Nûçegihanê me ragihand ku motorskletek bombebarkirî li nêzî dermanfiroşa El-Nûr a li taxa Xiwêran a başûrê bajarê Hesekê teqiya.

Di encama teqînê de du welatî birîndar bûn, her wiha hate gotin ku her du birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyên li bajêr.

Piştî teqînê ji bo zelalkirina sedema teqînê cihê teqînê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate dorpêçkirin.

ANHA