Meclîsa Zirganê çalakiya kon a deriyê Sêmalka dewrgirt

Endamên Meclîsa Zirganê ya ku rojane rastî êrîşên dagirkeriyê tên çalakiya Sêmalka ku di roja xwe ya 76’emîn de dewam dike, dewrgirtin

Meclîsa Zirganê çalakiya kon a deriyê Sêmalka dewrgirt
19 kanûn, 2021   14:13
QAMIŞLO

Çalakiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ku armanca wê wergertina cenazeyên gerîla yên ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibûn şehîdxistin e, di roja xwe ya 76’emîn de bi tevlêbûna şêniyên herêmê berdewam dike.

Nobeda çalakiyê îro ji aliyê endamên meclîsa navçeya Zirganê ve hat dewrgirtin. Navçeya zirgan rojane rastî êrîşên dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê tê.

‘MA Ê KU Jİ XWE RE BİBÊJE EZ KURDİM DİKARE TİŞTEKÎ WİHA BİKE?’

Endamên Meclîsa Zirganê ku nobeda konê çalakiyê dewr girtin daxuyanî dan û wiha got: " Ma dibe ku yekî ji xwe re bibêje ez Kurd im tiştekî wiha bike!?"

Li ser navê koma ku nobeda çalakiyê dewr girtine, Endama Meclîsa Zirgan Şirîn Mîro bi rêya daxuyaniyê wiha got: "Hêzeke ku ji xwe re dibêje ez Kurd im dest daniye ser cenazeyên zarokên me. Ma dibe ku di demeke ku em dewa yekîtiya Kurdan dikin, hêzeke ku xwe weke Kurd pênase dike tiştekî wiha bike? Em cenazeyên xwe dixwazin."

‘EM BI BAWER İN’

Li ser navê koma ku ji Til Temirê hatibûn û îro nobeda çalakiya kon dewerî koma Zirganê kirin jî Endamê Meclîsê Ronas Yunis di daxuyaniyê de ji bo koma Zirganê serkeftin xwest û wiha got: "Em bi bawer in ku wê ev çalakî bi ser bikeve."

Piştî daxuyaniyê koma Zirganê nobeda çalakiya kon ji koma Til temir dewr girtin.

Çalakiya kon a li ber deriyê Sêmalka di roja 76’emîn de bi armanca wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di 28-29’ê meha Tebaxê de li Xelîfanê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû şehîdxistin dewam dike.

ANHA