Ciwanên Efrînê êrişên PDK`ê li ser ciwanên Rojava şermezar kir  

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê banga radestkirina cenazeyên şehîdên HPG`ê kirin û êrîşên PDK`ê li dijî ciwanên Rojava şermezar kirin.

Ciwanên Efrînê êrişên PDK`ê li ser ciwanên Rojava şermezar kir  
19 kanûn, 2021   11:57
ŞEHBA

bi dehan ji endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û bi tevlîbûna tevgera xwendekaran a herêma Efrînê, îro Li kampa Berxwedan a girêdayî navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê ji bo radestkirina cenazeyên gerîlayan û şermezarkirina êrîşên PDK`ê li dijî ciwanên Rojava daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Fatimê Hejî Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Wekî tê zanîn li ber deriyê Sêmalka ev nêzî 74 roj in ji bo girtina cenazeyên şehîdan çalakî hatine destpêkirin. Armanca van çalakiyan cenazeyên gerîlayên HPG û YJA star yên ku ji aliyê PDK ve hatine şehîdxistin, werin radestkirin. Li pêş çavên tevahî dunyayê 74 rojin gelê Rojava tevahî ji bo xwedî derketina vê daxwazê mirovî tevlî çalakiyan dibin.

Herî dawî Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyê bi armanca piştgiriya berxwedaniya gerîlayên HPG û YJA Star dest bi meşa dirêj kir. Meşa ciwanan li ber Sêmalka bidawî bû. Pêşmergeyên ber deriyê Sêmalka bi armanca qetilkirinê bi guleyan êrîşî ciwanan kir. Çawa ku PDK ya xeta îxaneta Kurd û dijminatiya bi gerîlayên ku ji bo azadiya Kurdistanê şer dikin re bi heman xetê dimeşîne û bi vê armancê gerîlayên Kurdistanê şehîd xistin, li ber deriyê Sêmalka jî êrîşî ciwanan kir.

Ruxmî ku pir eşkere derketiye holê ku cenazeyên gerîlayên ku hatine qetilkirin di destê PDK`ê de ye, heya niha nehatiye dayîn."

Daxuyanî bi siloganên "Bimre îxanet","Şehîd namirin", bi dawî bû.

ANHA