Civîna salane ya Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê dest pê kir

Civîna salane ye Desteya Tenduristiya ya herêma Cizîrê li bajarê Qamişloyê dest pê kir.

Civîna salane ya Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê dest pê kir
Civîna salane ya Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê dest pê kir
Civîna salane ya Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê dest pê kir
Civîna salane ya Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê dest pê kir
Civîna salane ya Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê dest pê kir
Civîna salane ya Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê dest pê kir
Civîna salane ya Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê dest pê kir
19 kanûn, 2021   11:52
QAMIŞLO

Civîn li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a bajarê Qamişlo tê lidarxistin. Civîn bi armanca nîqaşkirin û nirxandina rewşa tenduristiyê li herêma Cizîrê hate lidarxistin. 100 nûnerên saziyên tenduristiyê ya herêmê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî civînê bûn.

Tê payîn ku di civînê de rewşa tenduristiyê ya herêma Cizîrê, xebatên ku di sala 2021`an de hatin kirin, zehmetiyên ku rastî wan hatin, bandora girtina deriyên sînor li ser rewşa tenduristî û mirovî her wiha plana sala 2022`an were nîqaşkirin.

Di civînê de Hevseroka TEV-DEM`ê Zelal Ceger axivî, rewşa siyasî ya herêmê û rola kadroyên tenduristiyê di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, nirxand.

Paşê Hevserokê Desteya Tendurisityê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa jî îşaret bi fedekariya xebatkarên tenduristiyê li hember vîrus Koronayê kir.

Ciwan Mistefa di axaftina xwe de behsa destkeftiyên ku desteya Tenduristiyê di nava salekê de bi awayekî giştî û herêma Cizîrê bi taybet kir û wiha axivî: "Rêveberiya Xweser gelek destkeftî bidest xist û pêwîstiyên herêmê di aliyê tenduristî de pêk anî."

Ciwan Mistefa di axaftina xwe de soza da civakê û tevahî gel ku destkeftiyên mezintir di sala pêşde pêk bînin, zehmetiyên ku rastî wan hatin derbas bikin.

Civîn didome.

(bx)

ANHA