Li Ekvadorê ji bo derxistina PKK`ê ji 'lîsteya terorê' îmze hatin komkirin

Li Başûrê Emerîkayê li paytexta Ekvador Quittoyê, ji bo derxistina PKK`ê ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' îmze hatin komkirin.

Li Ekvadorê ji bo derxistina PKK`ê ji 'lîsteya terorê' îmze hatin komkirin
19 kanûn, 2021   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Insîyatîva Adaleta Navnetewî ya ji bo Kurdan ji bo ku PKK ji nav lîsteyê were derxistin li paytexta Ekvadorê Quîttoyê standayên îmzeyê danîn.

Standek jê ji bo fuara pirtûan ya li Qesra Carondeletê hate danîn, ya din jî li kolana Reîne Vîctorîa hate danîn.

Endamên Kolektîfê ji aliyekî ve îmzeyan kom dikin û ji aliyê dî ve jî behsa neheqiya li ser Kurdan dikin.