​​​​​​​75 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ragihand ku 75 kesên din bi vîrusa koronayê ketine, her wiha 10 kes baş bûne û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

​​​​​​​75 kesên din bi koronayê ketin
18 kanûn, 2021   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku 2 kesên ku bi vîrusa koronayê ketibûn, jiyana xwe ji dest daye; mêrek ji Kobanê û jinek ji Dirbêsiyê ye.

Desteya Tenduristiyê diyar kir ku 75 kesên din bi vîrusê ketine; 38 mêr in, 37 jin in û 10 kes jî baş bûne.

Li gorî Desteya Tenduristiyê, hejmara kesên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusê ketine, gihaşt 37 hezar û 35 kesan, hezar û 480 kes mirine û 2 hezar û 508 kes jî baş bûne.

Hevserokê desteyê Dr. Ciwan Mistefa demeke berê diyar kiribû ku Desteya Tenduristiyê pêdiviyên testa PCR peyda kirine.

Navenda testên PCR di 10'ê Mijdarê de ji kar derketibû, ji ber ku madeyên pêwîst tune bûn, sedema vê jî vedigere dorpêç û girtina deriyê sînorî yê Til Koçerê.

(dx)