News Week: Rûsya bi fikar e ku Tirkiye dronan dişîne Ukraynayê

Kovara News Week ragihand ku Rûsya hîna jî bi fikar e ku Enqere dronan dişîne ji Ukraynayê re.

News Week: Rûsya bi fikar e ku Tirkiye dronan dişîne Ukraynayê
18 kanûn, 2021   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî kovara News Week a amerîkî, ruxmî metirsiyên Rûsyayê ji ber alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê yên ji bo Ukraynayê, Moskov herî zêde ji çeka ku Kiev ji endamekî din a NATO`yê wergirtiye, bi fikar e. Ev yek dibe ku xeta şerê muhtemel biguherîne.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 3`yê Kanûnê de bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re axivî û bikaranîna dronên Tirkiyê ji aliyê artêşa Ukraynayê ve, rexne kir.

Li gorî Pûtîn, bikaranîna dronên Tirkiyê di êrişa li dijî çekdarên alîgirên Rûsyayê di Cotmehê de, tevgereke provokatîf e.

Nakokiya di navbera Moskov û dewletên rojavayî de têkildarî Ukraynayê zêde dibe. Amerîkî û ewropî Rûsyayê tawanbar dikin ku amadekariya pêkanîna êrişeke leşkerî li dijî Ukraynayê dike.

(şx)