Îranê budçeya Wezareta Parastinê ya 2022`yan kir du qat

Di demekê de ku Îran bi krîzeke aborî re rû bi rû ye, reşnivîna qanûna budçeya giştî ya welêt a sala 2022`yan eşkere bû. Budçeya Pasdarên Îranê kirin du qat.

Îranê budçeya Wezareta Parastinê ya 2022`yan kir du qat
18 kanûn, 2021   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rapoeke malpera Defence News a amerîkî de hate gotin ku li gorî reşnivîsa qanûna budçeya ku serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî 12`ê Kanûnê ji parlamentoyê re pêşkêş kir, Îran dê sala bê du qatî budçeya sala 2021`an li Artêşa Pasdaran a Îranê xerc bike.

Di raporê de hat bibîrxistin ku 930 trilyon riyal anku 22 milyar dolar ji bo Pasdarên Îranê, zêdetirî 1.9 milyar dolar ji bo hêzên çekdar ên Îranê, 22 milyar dolar ji bo Wezareta Parastinê û 7.7 trilyon riyal ji bo baregeha Xatim El-Enbiya ya parastina hewayî hatine veqetandin.

Endamê Enstîtuya Rojhilata Navîn (Middle East Institute) Michael Tanchum ji malpera Defence News re axivî û hişyarî da ku budçeya parastinê ya Îranê tê wateya ku karîna Pasdarên Îranê xurttir bike ku moşekên balîstîk bi kar bîne û dronan hilberîne.

(şx)