Borrell: YE bi Brîtanya û DYA`yê re ferzkirina cezayan li ser Rûsyayê nîqaş dike

Yekîtiya Ewropa bi Brîtanya û DYA`yê re nîqaş dike ku ger Rûsya destwerdana Ukraynayê bike, dê cezayan li ser Rûsya ferz bike.

Borrell: YE bi Brîtanya û DYA`yê re ferzkirina cezayan li ser Rûsyayê nîqaş dike
13 kanûn, 2021   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Di Tîrmeha 2004`an de Yekitiya Ewropayê (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) cezayên aborî li ser Rûsyayê ferz kir. Niha jî her du alî pê difikirin ku heke Rûsya destwerdana Ukraynayê bike, dê cezayên din lê bibirin.

Li gorî Reutres`ê komîserê bilind ê karûbarên derve yê YE`yê Jose Borrell beriya ku bi wezîrên karên derve yên YE`yê bicive, ji rojnameyan re axivî û got: “Em niha di rewşa astengkirinê de ne. Em ê nîşaneyekê bidin ku her destwerdanek li dijî Ukraynayê dê lêçûna wê li ser Rûsyayê gelek giran be. Em derfeta ferzkirina cezayan bi DYA û Brîtanyayê re nîqaş dikin.”

Sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg, Rûsya gelek caran hişyar kir ku koalîsyona leşkerî ya rojavayî dê piştgiriya Ukraynayê bike.

Rûsya dibêje niyeta wê ya destwerdana Ukraynayê tune ye û Kiev tawanbar dike ku artêşa Ukranayê li dijî çekdarên alîgirên Rûsyayê li ser sînor belav kirine.

(şx)