​​​​​​​Diyaloga di navbera Erebitana Siûdî û Îranê de bi dawî bû

Li paytexta Urdun Emanê civîna diyaloga ewlehiyê di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de bi beşdarbûna pisporên ji her du aliyan bi dawî bû.

​​​​​​​Diyaloga di navbera Erebitana Siûdî û Îranê de bi dawî bû
13 kanûn, 2021   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa fermî ya urdunî Petra ku di civîna li peymangeha erebî ya lêkolînên ewlehî ku navenda wê li Emanê ye, gelek dozên ewlehî û teknîkî hatin nîqaşkirin û girîngî dan sînordarkirina gefên moşekan.

Her wiha rewşa tedbîrên fenî ji bo avakirina baweriya di navbera her du aliyan de nexasim a girêdayî bernameya nûkleerî ya Îranê, hevkariya di aliyê sotemeniya nûkleerî û hin aliyên din de hate nîqaşkirin.

Li gorî "Petra" sekreterê giştî yê peymangeha erebî ya lêkolînên ewlehiyê Dr, Eymen Xelîl wiha gotiye: "Di civînê de rewşên rêzdariyê di navbera her du aliyan de hebû. Her wiha xwesteka her du aliyan di geşkirina têkilî û xurtkirina aramiya herêmî de hebû. Ev yek jî bandorê li geşkirina gelên herêmê dike."

Sekreterê giştî yê peymangehê diyar kir ku dê di demeke nêz de civînên din di navbera her du aliyan de werin lidarxistin da ku encamên diyaloga ewlehiyê û teknîkê û dayîna detayên wê werin şopandin.

(bx)